Piştî ku dewleta Tirk bi qeyûman şaredariyên Kurdan desteser kirin karê nûnerên dewleta Tirk yê pêşî bû girtina saziyên çand û hûnerê. Xebatkarên çand û hûnerê yên ku bi girtina saziyên çand û hunerê re betal man, piştî bi demekê ji bo ku xebatên xwe berdewam bikin bi derfetên xwe Mala Pale Hunerê ava kirin. Ji van xebatkarên çand û hunerê yek jî Halîme Akbey e. Halîmeyê diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûm saziya wan jî hatiye girtin, ji ber vê bê kar mane û wiha pê de çû: “Me demekê navber da karê xwe. Lê piştî bi demekê me biryar da ku em bi xwe alternatîfên xwe çêbikin û me cihekê xwe yê nû ê bi navê Mala Pale Hûner ava kir. Ev 5 meh in ku me li cihê xwe yê nû dest bi xebatê kiriye.”

‘Em dîsa bi hev re ne’

Halîmeyê di berdewama axaftina xwe de got ku tenê avahiyên saziyan guherîne û domand “Saziyên me çiqasî werin girtin jî em ê hertim alternatîfên xwe çêbikin. Gava ku em vegerin salên 90’î em ê bibînin ku heta îro gelek caran saziyên me hatine girtin lê me her ew carekedin ji nû ve ava kirine. Em xebatkarên çand û hunerê ne, em ê her di xizmeta gelê xwe de bin û xebatên xwe bidomîn in.”

‘Qûrsên me vebûne’

Halîmeyê bilêv kir ku piştî wan saziyên xwe vekirine ji bo hemû beşên hunerê qurs jî vekirine û got: “Piştî ku me saziyên xwe ava kirin me ji bo hemû beşên hunerê qûrs jî vekirin. Em di beşên wekî şano, wêne, govend û beşên muzîkê de jî wek tembûr, erbane, gîtar, keman, çello, sentûr, sêtêlê de qûrsê didin. Serlêdanên me yên ji bo kursan dest pê kirine. Gava ku me cîhê xwe nû vekiribû kesekî cihê me nas nedikir. Lê niha kesên dibihîzin tên ji bo kursê serlêdanê dikin. Ji bo gel, ciwan û zarokan plansaziyên me yên mehane yên wekî panel, hevpeyvîn, nîşandana fîlman, dîwan, guhdarkirina stranan hene. Niha 7 mamosteyên me hene. Ji van 4 mêr û 3 jî jin in.”

‘Ji bo hûnereke azad divê ked yanî paletî hebe’

Halîmeyê di derbarê wateya navê Mala Pale Hûner de jî got: “Ti carî bêked tiştek ava nabe û gotina pale jî wateya xwe ji kedê digire. Ji ber vê jî em li vir hewil didin hûnera alternatif çêbikin. Hûnera heyî ya pergalê xwe li ser kedê diafirîne. Me jî bi van nîqaşa biryar da ku navê saziya xwe bikin Mala Pale Hûner.”

‘Ji bo xeyalên zarokan pêk werin çi ji deste me bê em ê bikin’

Halîmeyê di dawiya axaftina xwe de bang li gel, zarok û ciwanan kir û got ku xebatên wan ên çand û hûnerê berdewam dikin, banga tevlibûnê kir û got: “Xebatên me wê ti carî neyên sekinandin herdem derfetên me yên ku alternatîfên xwe çêbikin hene. Ji bo ku zarok ji xeyalên xwe dûr nekevin em ê her bixebitin.” 


 AMED