Piştî belavbûna nûçeya ku Dezgeha Riwange di lîstika dawî ya dewreya Raperîn de 650 hezar dolar daye hunermendekî yekemînê Super Stara Amerîka û li stadyuma Fransuwa Herîrî ya Hewlêrê konsertek daye, welatiyên Herêma Kurdistanê û rêxistinan nerazîbûn nîşan da.


Dibêjin krîz heye û ewqas pere didin kesekî

Serokê Rêxistina Çavdêrî û Gazindan Şivan Zengene di vê derbarê de ji RojNewsê re wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike hewar û dibêje krîza aborî li Herêma Kurdistanê heye. Lê bi rêya Rêxistina Riwange  ya ku kurê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serokê wê ye, henegê xwe bi gelê Kurdistanê dike.”

Şivan Zengene di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Rêxistina Riwange bi pereyekî zêde ew hunermend aniye Kurdistanê û ev jî rastî bertekên gelê Kurdistanê hatiye. Ji ber ku hikûmet ji gel re dibêje, pere nîne. Lê li aliyê din jî rêxistinek hunermendekî Amerîkî têne, dinyayekî pere jêre xerc dike û serwetên giştî vala vala xerc dike.”


Perê welatiyan berhewa dibin

Zengene anî ziman ku ti kesê bersiva wan nedaye û wiha pêdeçû: “Me wekî rêxistin pirsa vê yekê kir, lê kesê bersiv neda me û baweriya me heye ku ti bersivekê jî nadin me.”

Şivan Zengene diyar kir ku ew wekî rêxistin piştrastin ku pereyê ji bo anîna wî hunermendî hatî xerckirin, pereyê serwetên giştî û nanê welatiyên Herêma Kurdistanê vala diçe û wiha got: “Eger pereyê wê rêxistinê bi xwe ye, gelo wê rêxistinê ev pereyê zêde li kûderê bû? Kesek di wî temenê zarokatiyê de ev pere ji kû derê aniye?”

Serokê Rêxistina Çavdêrî û Gazindan diyar kir ku li Herêma Kurdistanê krîza aborî heye û ragihand: “Di vê rewşa ku Herêma Kurdistanê di nava krîza aborî de, kîjan rêxistn dikare 650 hezar dolarî ji bo anîna stranbêjekî Amerîkî xerc bike. Di demek ku ez serokê rêxistinekê me, ez nikarim 65 hezar dînar alîkarî bidim kesekî hejar.”

 Serokê Rêxistina Çavdêrî û Gazindan Şivan Zengene di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Alî bêdengin û çima ti helwestekê nîşan nadin. Daxwaza min ew e ku axaftinekê bikin û li beramberî vala vala xerckirina serwetên giştî bibin xwedî helwest.”

Rêxistina Riwange ji aliyê kurê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tê revebirin.


HUŞMEND SADİQ/SİLÊMANÎ