AWET PÛRÎ
ROJNEWS/SILÊMANÎ
Rewşenbîrê Îranî piştgiriya xwe ji bo projeya KODAR û PJAK’ê anî ziman û diyar kir ku berevajiyê aliyên mixalefeta Îranê, alternatîfeke KODAR û PJAK’ê heye.
Piştî ku KODAR û PJAK’ê nexşerêya xwe ya derbarê rewşa siyasî, aborî û civakî ya ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji raya giştî re eşkere kir, piştgirî jî her diçe zêde dibe. Bi vê boneyê rojnamevan, rewşenbîr û siyasetvan piştigiriya xwe ji bo projeyê didin nîşan.
Li ser nexşerêyê rewşenbîrê Îranî, Behram Rehman diyar kir ku qeyrana siyasî, civakî, aborî û çandî li tevahiya Îranê belav bûye û wiha axivî; “Ev 30 sal in ku hemû daxwazên pêkhateyên civakê nayîn dîtin, bi vê re jî Hikûmeta Îranê dixwaze bi zordarî, zindan, êşkence û darvekirinê desthilatdariya xwe bimeşîne. Di rewşeke wiha de projeya KODAR û PJAK´ê ya ji bo damezrandina konfederalîzma demokratîk, gelekî pêwîst û girîng e.”
Konfederalîzma Demokratîk derman e
Behram Rehman diyar kir ku erka hemû hêzên şoreşger e ku projeyên xwe ji bo civakê li hemberî pirsgirêkan diyar bikin.
Rehman piştgiriya xwe ya ji bo projeya KODAR´ê anî ziman û bal kişand ser xwepêşandanên îsal yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û got; “Aliyên mixalif nekarîn projeyeke zelal ji welatiyan û rewşa heyî re bidin nîşan, lê projeya KODAR û PJAK’ê eşkere ye û projeyeke konfederalîzma demokratîk e.”
Di dawiya gotinên xwe de Rehman got; “Li gorî min cihê tevgerên xwendekar û tevgerên karkerên Îranê di projeyê de kêm e û wek pêwîst girîngî pê nehatiye dayîn. Ya girîng pêkanîna vê projeya konfederalîzma demokratîk e. Ji bo pêkanîna projeyê jî rola rewşenbîr, hunermend û rojnamevana gelekî girîng e.”