Şaredariya Cizîrê vê carê jî ji bo piştgiriyê bide jinên betal û xizan, her wiha ji bo jinan bike xwedî pîşe û huner dest bi xabetek nû kir. Şaredarî ji bo ku di nava civakê de feraseta „Jin nizane û nikare“ bişkîne û vîn û hêza jinê ya veşarî derxe holê, dest bi xebatên atolyeyê kir. Di çarçoveya bihêzkirina jinê de, Navenda Jinê ya Sitiya Zîn ku di bin baneya Şaredariya Cizîrê de xizmetê dide jinan, niha jî Atolyeya Hunerê vekir. Navenda Sitiya Zîn, armanc dike ku jinê di vê atolyeyê de bi kursên wêne, resîm, ebrû, sifir, aluminyum fulyu, telkarî û gelek alavên din bike xwedî huner û pîşe û hêza wê ya di nava civakê de xurt bike. Atolyeya Hunerê ku li taxa Cudî hate vekirin, dê deriyekî nû li pêşiya jinên Cizîrê veke. Atolyeya ku piştî xebata 2 mehan hate vekirin ji aliyê jinan ve rastî eleqeyek gelek mezin hat.
Koordinatora Navenda Piştevaniya Jinê ya Sitiya Zînê Harika Peker, der barê xebat û armanca Atolyeya Hunerê de agahî da û diyar kir ku saleke ji bo bihêzkirin û pêşxistina jinê xebatê dimeşînin. Peker, anî ziman ku di destpêkê de der barê pirsgirêkên taxê û jinan de anketek amade kirin. Peker, da zanîn ku daxwaz û pirsgirêkê jinan fêr bûn û li ser daxwaza jinan ev Atolyeya Hunerê vekirin. Peker, destnîşan kir ku di 2 mehên dawî de di bin baneya Navenda Piştevaniya Jinê ya Sitiya Zînê de Atolyeya Hunerê ava kirin û vekirin. Peker, bilêv kir ku jin dê di vê atolyeyê de kursên wêne, resîm, ebrû, sifir, aluminyum fulyo, telkarî û gelek huneren din fêr bibin û bibin xwedî pişe û huner. Peker, destnîşan kir ku bi vê xizmetê armanc dikin, jinê bêtir tev li jiyana civakî û hunerî bikin. Peker, bibîrxist ku jin bi hunerê bêtir xweşik û geş dibin û ew bawer dikin ku dê jin bi xwe re civakê jî geş û zindî bikin.
Mamosteyê kursa Resîmê Îdrîs Papu jî anî ziman ku di destpêkê de xwendekarê wan zahmetiyê dikişînin, lê piştî ku kar nas dikin û kursan nas dikin, hêdî hêdî fer dibin û aliyê wan ê hunerî pêş dikeve.
Papur, da zanîn ku ew li vir tenê hunerê nîşanî jinan nadin û wiha axivî: „Me îsal 5 xwendekarên xwe şandin zanîngegehan beşên Hunera Xweşik. Xwendekara lîseyê Evîn Budur, jî anî ziman ku ew ji bo Fakulteya Hunerên Xweşik amadekariyê dike û li şûna li malê dema xwe vala derbas bike li vir dema xwe dinirxînin û wiha got: „Em li vir dema xwe tije derbas dikin. Ez di pêşerojê de dixwazim bibim mamosteyek baş. Xêzkirina wêneyan mirovan dixe nava afirineriyekê. Mirovan ji stresê xelas dike. Bawer dikim ku dêji bo jinên Cizîrê gelek baş be. Jinên ku naxwînin her tim li malê rûdinên. Li şûna ku li malê rûnên û betal bin divê dema xwe tije derbas bikin û bibin xwedî huner û pîşe.“
ŞIRNEX