Rojnameya The Independent, ji bo rewşa jinê li cîhanê bide zanîn di hemû warên jiyanê de li gorî welatan lîste amade kiriye û di her mijarê kîjan welat ji bo jinê baştirîn û xerabtirîn welate rêz kiriye. Îzlanda wekî baştirîn welat di warê ku welatê şert û mercên wêb i giştî ji bo jinan başe ketiye rêza baştirîn welatên cîhanê.
Baştirîn welat: Îzlanda
Di cîhanê de welatê ku şert û mercên wê ji bo jinan herî baş in Îzlanda ye. Li vî welatê gava mirov li hêmayên siyaset, perwerde, îstîhdam û tenduristiyê dinêre, mirov cûdahiyeke zêde di navbera jin û zilaman de nabîne. Ji bo jinan xirabtirîn welat jî Yemen e. Welatê herî xeter jî Efxanîstan e.
Ji bo jinên siyasetmedar
Di cîhanê de tenê li welatê Rûandayê di parlementoyê de hêjmara jinan ji ya mêran zêdetir e. Parlementoya vî welatî ji 80 kursiya pêk tê û ji vana 45 jê jin in. Li welatên weke Erebîstana Siûdî, Yemen, Qeter, Ûmman û Belîzeyê parlementerên jin tune ne.
Ji bo dayiktiyê
Di cîhanê de welatê ku rîska mirinê ya di dema zayînê de lê herî kêm Norweç e. Li vî welatî hemû jinên ducanî alîkariya profesyonel werdigirin. Di vî warî de welatê herî xeter Efxanîstan e. Li vî welatî di dema zayînê de rîska mirinê ji ya mirina bi gule an jî bombeyekê 200 qat zêdetir e.
Ji bo perwerdehiyê
Ev welatê biçûk ê di nava Efrîkaya Başûr de ye. Li vî welatî rêjeya zanîna xwendin-nivîsandinê ya jinan ji sedî 95 û ya zilaman jî ji sedî 83 ye. Li hemberî vê, li Etiyopyayê rêjeya zanîna xwendin-nivîsandinê ya jinê ji sedî 18 ye.
Ji bo serokdewletiyê
23 sal in jin serokdewletiya vî welatî dikin. Tevî welatên weke Spanya û Swêdê jî, bi dehan welatên weke vana tu carî jin welat bi rê ve nebirine.
Ji bo hunerê
Ji bo pêkanîna wekheviya hunerî ya di Konseya Hunerê ya Swêdê de di van salên dawiyê de kampanya hate destpêkirin. Li vî welatî di parvekirina rola di sînemayan de jî kûtaya jinan heye.
Ji bo patrontiyê
Li Taylandê ji sedî 45’ê rêveberên şîrketan jin in. Di vî warî de xirabtirîn û balkêştirîn welat jî Japonya ye. Li vî welatî ji sedî 8’ê rêveberên şîrketain jin e.
Ji bo anîna zarokon
Yewnanîstan di warê zayîna zindî de di cîhanê de yekemîn e. Li vî welatî ji 31 hezar û 800 zayînan tenê kesek dimire. Di vî warî de xirabtirîn welat Sûdana Başûr e.
Ji bo beşdariya aboriyê
Di cîhanê de Giravên Bahamayê di warê beşdarbûna aborî û wekheviya firsendên ji bo jinan de baştirîn welat e. Li vî welatî ji sedî 91’ê newekheviya zayendî ya di vî warî de rabûye. Yemen di vî warî de ji bo jinan xirabtirîn welat e.
Ji bo rojnamevantiyê
Kareyipan di cîhanê de ji bo rojnamevantiya jinan baştirîn welatê cîhanê ye. Ji sedî 45’ê nûçeyên di çapemeniya vî welatî de derdikevin ji aliyê jinan ve tê amadekirin. Li Efrîkayê rêjeya jinan a di çapemeniyê de ji sedî 30 û li Ewropayê ji sedî 35 e.
Ji bo mafê kurtajê
Li Swêdê ji bo jinan di tu warî de sînordarkirin tune, di 18 mehên destpêkê yên ducaniyê de kurtaj tê kirin. Li El Salvador, Fîlîpînan û Nîkaragûayê kurtaj bi her awayî qedexe ne.
Ji bo xebatkaran
Li Bûrûndiyê rêjeya jinên dixebitin ji sedî 92 ye û ya zilaman jî ji sedî 88 e. Di cîhanê de li vî welatî de rêjeya jinên dixebitin ji ya zilaman zêdetir e. Li Pakîstanê jî rêjeya zilamên dixebitin çar qatê jinan e.
Ji bo qezenckirina pereyan
Luxembûrg di warê dahata ji bo jinan de baştirîn welatê cîhanê ye. Li vî welatî bi awayeke giştî jinên dixebitin salane 40 hezar dolar werdigirin. Li Erebîstana Siûdî jî jinên dixebitin salane 7 hezar û 500 dolar werdigirin.
Ji bo hîndekariyê
Li Qeterê rêjeya jinên ku hîndekariya bilind dibînin, 6 qatê yên zilaman e. Lê li vî welatî de cihê jinan di jiyana aborî de pir kêm e. Çad di vî warî de xirabtirîn welat e.
Ji bo jiyanek domdirêj
Li Japonyayê bi awayeke giştî jin 87 salan dijîn. Temenê jinan 7 sal ji yê zilaman dirêjtir e. Li Lesothoyê jî temenê giştî yê jinan 48 sal in.
Ji bo atletiyê
DYA di warê beşdarbûna sporê de baştirîn welatê cîhanê ye. Ji 10 jinên cîhanê yên ku di atletê de qezenç dikin, 5 ê wan DYA’yî ne. Di vî warî de xirabtirîn welat Erebîstana Siûdî ye. Heta niha tenê jinek jî beşdarî olîmpiyatan nebûye.
Di warê hevberdanê de
Giravên Gûamê di warê hevberdanê de, di cîhanê de yekemîn e. Rêjeya hevberdanê ya herî li Gûatemalayê ye.
Ji bo ajotina erebeyan
Di vî warî de Delhiya Nû di cîhanê de bajarê yekemîn e. Li tu bajarên cîhanê bi qasî Delhiya Nû ajokarên jin tune ne. Li Erebîstana Siûdî jî ajotina wesayîtan ji bo jinan qedexe ye.
SERDAR EROGLU - ANF/AMSTERDAM