
HEWKAR MISTEFA / ROJNEWS / HELEBCE
Jinên navçeya Seyidsadiq ji bo jêhatîbûn û tecrûbeyên xwe derxin holê bêrê xwe didin hunerê wênegiriyê. Di vê çarçoveyê de heta niha ji bo wan çend dewreyên der barê hunerê wênegirtinê de hatine vekirin.
Tevî ku li navçeya Silêmaniyê Seyiqsadiqê ti rêxistinên taybet ên jinan nînin jî, ev yek nabe sedema ku jin xwe bi rêxistin nekin, jêhatîbûn û tecrûbeyên xwe nîşan nedin. Di vê çarçoveyê de jinên Seyidsadiq dest bi dewreya wênegirtinê kir.
Yek ji wan jinan ku berê xwe daye hunerê wênegiriyê, Asode Celala ye. Ew dibêje, “Ji zarokatiyê ve xwesteka min a wênegiriyê hebû. Ji ber vê ez beşdarî vê dewreyê bûm. Bi kêfxweşî di pêşbirka wêneyan de ya berî niha bi çend rojan di nava 22 kesan de ez bûm 3’yemîn. Bi vê re jî derket holê ku jin jî weke mêran xwedî hêz in.”
Girîng e jin pûte bi hêza xwe bidin
Asode Celal dide zanîn ku ew ê hêviyên xwe yên beramberî dewamkirina hunerê wênegiriyê muhafeze bike û dibêje, “Ev dîplomeya ku min bi dest xist jî ji bo ez vî karî dewam bikim, wê ji bo min bibe alîkar. Gelekî girîng e ku jinên navçeya me ji mal derkevin. Girîngiyê bidin hêza xwe.”

Jin bi hêza xwe qonaxan derbas dikin
Jina bi navê Kîjan Osman a beşdarî dewreyê bûye, dixwaze hunerê wênegirtinê dewam bike jî wiha diaxive; “Her çiqasî li sînorê Seyidsadiq qet rêxistineke jinan nîne jî ev nayê wê maneyê ku êdî jin girîngiyê nedin bihêzbûna xwe. Gelek jin û keçên Seyidsadiq bi hêza xwe çend qonax derbas kirine û derdikevin pêş.”
Kîjan Osman axaftina xwe wiha didomîne; “Her çend ku li vê herêmê mêr zêdetir karê wênegiriyê dikin jî em dixwazin vê kevneşopiyê bişikînin. Bi çend dewreyên taybet ên wênegirtinê re jin dikarin girîngiyê bi bihêzbûna xwe bidin. Ji ber vê min biryar daye paşerojê li saziyekê yan ji dezgeheke ragihandinê karê xwe dewam bikim. Ez amade me alîkariyê bidim her jina ku pêwîstiya wê bi min heye.”
Jin serketiyê hunerê wênegirtinê ne
Her wiha Helo Cebarî yê heta niha herî kêm deh dewreyên wênegirtinê vekirine jî dibêje; “Di pirraniya dewreyên heta niha min vekirî de, beşek zêde ya kesên beşdar jin bûn. Vê yekê ji wisa kir ku di pêşangeha wêneyan de yek ji wênegirên herî baş jin be. Ev jî derdixe holê ku hunerekî baş a jinan di warê wênegirtiyê de heye.
Helo Cebarî wiha dawî li gotinên xwe anî; “Ji bo em di hemû waran de alîkariya jinan bikin û piştgiriya wan bikin, me biryar daye ku komeke wênegirên Seyidsadiq ava bikin. Jin di vê komê de xwedî rola sereke bin. Her wiha em ê alîkariyê bidin her jina bixwaze beşdar bibe. Ji ber ku em bawer dikin ku jin xwedî hêz e.”