Berpirsiyara Navenda Lêkolîna Hiqûqê û Piştevaniya Mafê Jinê ya Baroya Îzmîrê Ayşegul Altinbaş, diyar kir ku ew di nava civaka ku tundî mubah tê dîtin de dijîn û wiha got: "Tundiya li dijî jinê pirsgirêkek pir alî û aloz e. Saziyên li dijî tundiyê divê têkoşînek çalak û profesyonel bimeşînin.
Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinê û civakê her ku diçe zêde dibe. Li Tirkiyeyê ji her 5 jinan 3 jin rasti tundiyê tê. Lê ligel jinên rastî tundiyê tên serî li dozger, dadger û polîsan didin jî nayên parastin û der barê êrîşkaran de tu gav nayê avêtin. Herî dawî li navçeya Xamûrê ya Agiriyê Melek Karaaslan ku hêj 16 salî bû hatibû zewicandin di 25'ê Tîrmehê de hate qetilkirin. Melek, di tuwaletê de girêdayî hatibû dîtin. Berpirsiyara Navenda Lêkolîna Hiqûqê û Piştevaniya Mafê Jinê ya Baroya Îzmîrê Ayşegul Altinbaş, der barê tundiya li ser jinan tê meşandin diyar kir ku ew di nava civaka ku tundî mubah tê dîtin de dijîn. Altinbaş li ser xebatên xwe û tundiya li ser jinan tê meşandin wiha axivî: "Em li Edliyeya Îzmirê nêzî 70 parêzerên jin ên girêdayî baroya Îzmirê salek e bi dildarî xizmetê didin."

'Ji bo jinan piştevaniya dildarî'

Altinbaş, anî ziman ku li gorî xala 76'an a makeqanûnê baro dikarin mafên mirovan biparêzin û pêş bixin. Altinbaş, da zanîn ku ji ber jin jin e rastî binpêkirina mafan tên û tundiya li dijî jinê li dijî mafên mirovan e û wiha got: "Cudakarî binpêkirina mafên mirovan e. Em wekî parêzerên jin ên girêdayî baroyê nikarin li hemberî vê binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina mafê jinê bêdeng bimînin. Li Tirkiyeyê yekem car Navenda Piştevaniyê ya Mafên Jinan me li Edliyê ava kir. Ji ber ku jin û zarok li edliyê jî rastî tundiyê tên û ev bandorek pir mezin li ser wan çê dike. Em ji bo jinên di nava malê û civakê de rastî tundiyê tên piştevanî û alikariya hiqûqî ya şewirmendiyê dikin. Em ji bo wan dibin refakat û ji bo wan serlêdana sûç dikin. Daxwazname amade dikin û serî li dozgeriyê didin. Me ji bo parastina mafên jinan pergalek ava kiriye. Em bi lezgîn kar û barê wan dikin û ji qereqolên polîsan re dişînin. Em xizmeta jinan belaş didin.

'Divê xebatên profesyonel bên kirin'
Altinbaş, destnîşan kir ku li gel wan parêzeran israr kir ku di amadekirina pêşnûmeya hêjmar 6284 a Zagona Têkildarî Parastina Jinan a li Hemberî Tundiyê, xwestin peyvirê bigirin, lê peyvir nedanewan. Altinbaş, xwest ji bo parastina li dijî tundiyê xebatên çalak, bi koordinasyon profesnonel bên meşandin. Altinbaş, mînaka bajarê Viyana da û anî ziman ku li dijî tundiyê koordinasyon ava kirine.
Aliınbaş, bibîrxist ku tundiya li ser jinê li her derê zêde ye û wiha got: "Herî zêde jinên 20-30 salî ji ber pirsgirêkên aborî û civakî rastî tundiyê tên. Di nava salekê de 400 jinan serî li me dan. Me ji 400 serlêdanan ji bo 300 jinan biryara parastinê derxist. Di çarçoveya zagona hêjmar 6284'an zilamê tundiyê li dijî jinê pêk bîne dikare ji malê bavêje û dûr bixe. Lê dadgehên malbatan bi fikra 'Dê malbat xera bibe' vê biryarê pêk nînin. Ji ber ku zagon nayê bikar anîn û zilam nayên cezakirin tundiya li ser jinê zêdetir dibe. Ger zilam ratî cezayê 6 meh dûrxistina malê bê divê li aliyê din ji bo debarê piştgiriya malbatê û jinê jî bê kirin. Lê dadger ji bo vê biryarê bidin berî her tiştî li hatina jinê dinerin. Ger ku hatina jinê tune be vê piştgiriyê nadin jinê û cezayê dûrxistinê nadin zilam. Li şûna ku zilam ceza bike û ji malê dûr bixe, serî li rêyek din dide û jin û zilam li hev tîne aştiya wan çê dike. Ev ne çareserî ye û rê li pêşiya tundiyê vedike." 

DÎHA/ÎZMÎR