El Sawadî ku li Misirê ji ber sekna xwe ya muxalîf û têkoşîna xwe ya li dijî paşverutiyên li Misirê bûye hedefa destilatdariyê di nameya xwe de li ser wekheviya jin û mêr disekine. Dr.Sawadî di berdewamiyê de wiha got: “Li hemû cîhanê di navbera jin û mêr de cudahî tune. Li gelek qadan jin dikarin li pêş mêran be jî.
Di nameyê de balkişand ser selefiyên çeteyên DAIŞ’ê û hat gotin ku emîrên çeteyan ji endamên xwe re dibêjin ger hun ji aliyê jinan ve bên kuştin hun naçin bihuştê û ev jî di nava çeteyan de rê li ber tirsê vedike.
Sadawî balkişand ser girîngiya piştevaniya têkoşîna jinên Kurd û wiha berdewam kir: “Divê em giranî û nirxa têkoşîna jinên Kurd bibînin. Divê em aktîf piştgiriyê bidinê. Divê piştevaniya me ne bi gotinan be. Di mijara ol û bawaweriyan de li dijî jinê nêzîkatî neguheriye. Ez çandê wek rojhilat an jî rojava, xiristiyan an jî musliman nabînim. Zilma li ser jinê di muslimanetiyê de tune.
Sadawî di 1972’an de pirtûka xwe ya ‘Woman and Sex’ ku pirsgirêka jinên ereb girtibû dest rastî bertekên tund yên aliyê olî hatibû. Sadawî ji ber ku li dijî Peymana Camp Davîd û Dagirkirina Îngîlîzan derket hat girtin û cezayê dest ji hevserê xwe berdan û ji Misirê derxistin girt. .
LONDON