Platforma rojnamegeriya afirîner a bi navê Brush & Bow ku navenda wê li Ingilîstanê ye, di çarçoveya ‘Projeya Modelên Rol ên Jin’ de cîh da portreya stranbêja Kurd Suna Alan û strana wê ya bi navê “Nadia” ku ji bo Nadia Murad çêkiribû.
Armanca platforma rojnamegeriya afirîner ew e ku bi rêya huner û muzîkê di nava mijarên civakî de çîrokên takekesiyê peyda bike. Platform, ji ber sedemên paşguhkirina polîtîk, ekonomîk û sîstematîk bi gelen bindest re dixebite. Bi Projeya Modelên Rol ên Jin ku îsal dest pê kiriye, platform dixwaze bibe dengê jinên ku zor û zehmetiyan dikşînin û ji bo armancên xwe dixebitin. Platform daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de wiha dibêje, “Me fam kir ku di rewşa heyî de her çiqas modelên rol hebin jî ji aliyê medyayê ve hêjmareke kêm a jinên navdar tên nîşandayîn. Perspektîfeke bi vî rengî yanî di çarçoweya modela rol a jinek dişibe çi de tune ye. Em dixwazin ji hemû çand, temen û şiyanan jinê derxînin pêş. Yanî em dixwazin îlhamê bidin jinan.”
Platforma Brush & Bow, projeya xwe de cih da portreya Alan û strana wê ya ji bo jinên Êzîdî, weşand.
Nadia Murad têsîr lê kir
Xelatgira Nobelê Nadia gava di sala 2016’an bi minasebeta hevdîtinên bi hin sazî û kesayetan re diçe Ingilîstanê, hunermend Alan pê re hevpeyvînek çêkiribû. Paşê bi navê “Nadia” ev strana navbirî çêkir. Suna Alan li ser çimaniya çêkirina stranê got: “Piştî hevdîtina min a bi wê re ez hejiyam. Di dengê wê yê şikestî de êşên ku laşê wê yê ciwan tijî dikir, hebûn û di çavên wê de jî qêrîna jinên Kurd ên dîlgirtî hebû. Ol, nijad, çîn û zayendên wan çi dibe bila bibe piştgiriya hemû kesan dixwest. Dema wê xeber dida barê pişta min hîn girantir dibû. Paşê vê besteyê dirûv girt.“
LONDON