300 ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst di çarçoveya kampanyaya di serî de Kobanê û hemû Rojava ya du meh berê dan destpêkirin a "Em bi hev re parast em dê bi hev re înşa bikin" dê di 19-24'ê tîrmehê de biçin Rojava.
Ciwanên demek berê çûn Kobanê û dikarin çi bikin li ber çavan derbaskirin ji rêveberên Kantonê agahî girtin. Di encama hevdîtinan de tesbîta hewcehiyên xebatên înşatê, xebatên tendûrîstiyê, çêkirina parqa zarokan, daristana bîranînan, çêkirina pirtûkxaneyê û ligel van kişandina wêne û belgefîlîm, komkirina lîstokan, pêşandana şano û mûzîkê û hewcehî bi xebatên çand û hunerî hene kirin. Ciwan pişt re careke din vegeriyan Tirkiyeyê ji bo komkirina hewcehiyan dest bi xebatan kirin.
Endama Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst Berfum Çolak (21) têkildarî xebatên dê li Rojava bikin agahî dan û diyar kir ku Kobanê hêj bi tememî ji şer xilasnebûye û ji ber vê yêkê ji bo perpirsiyarên xwe yên înşayê bi cih bînin dê biçin Kobanê.
DÎHA/ENQERE