Girtiyên azadiyê: Em dizanin ku mifteya jiyana azad û demokratîk Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe dikin ku li Rêbertiyê xwedî derkeve. Em bang li hemû demokrat, rewşenbîr û akademîsyenan dikin ku li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin. Em ê berxwedana xwe bi serketinê tacîdar bikin û teqez em ê bi ser bikevin.
Girtiyên siyasî yên ku ev 135 roj in di greva birçîbûnê de ne, îro dest bi “Rojiya mirinê” dikin. Bi daxuyaniyekê ji bilî vê, wekî din hat ragihandin ka kî li kîjan hepsê dest bi Rojiya Mirinê dike. Hejmara kesên Rojiya Mirinê digirin 15 e.
Li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne. Girtiyan bi daxuyaniyekê ragihand ku asta berxwedana grevên birçîbûnê ew bilindtir dikin û ji îro û pê ve 15 girtî dest bi Rojiya Mirinê dikin. Girtiyan têkildarî greva birçîbûnê û destpêka Rojiya Mirinê daxuyaniyeke nû weşand.
Em xewê li faşîzmê diherimînin
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê îşaret bi xweranegirtina li Kurdan a desthilatdariya dewleta Tirk kir û got, “Parazvanên pergala modernîteya kapîtalîst bi destê xwe zindana Îmraliyê ava kir û ev yek jî karakterê wan radixe ber çavan. Li zindana êşkenceyê ya Îmraliyê, Rêberê me di tecrîdeke giran de ye û heman zêhniyet û nêzîkatî îro jî dewam dike. Faşîzma AKP û MHP’ê tehemûlî Kurdan û nirxên Kurdan nake û pirr eşkera polîtîkayên îmha û înkarê dimeşînin. Ji bo tecrîda li ser Rêberê me bi dawî bibe, li çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê berxwedana rûmetê bi pêş dikeve, beden dimirin û nedîtin û nebihîstina vê, tê wateya ji insanbûnê dûrketinê. Wekî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo tecrîda li ser Rêbertiya me û gelê me were rakirin em 134 roj in di greva birçîbûnê de ne û ev biryariya me, xewê li faşîzmê diherimîne.”
Divê tecrîd bi dawî bibe
Girtiyan da zanîn ku bi kirin ûzilma xwe Komara Tirkiyeyê rewa nîne û wiha dewam kir: “Welat bûye qurbana rejîma yek zilamî, behsa mayîndetiya xwe dikin, lê di esasê xwe de dixwazin mayîndetiya îqtîdara xwe biparêzin. Heger wezîrên dewletê û Meclisa Gel a Tirkiyeyê, di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de ji dil bin, bila beriya her tiştî tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî bikin û şertê jiyana azad û xebatê ya Rêbertiya me biafirînin.”
Girtiyan bibîrxist ku rayedarên dewletê qanûn û rêziknameyên xwe jî binpê dikin û hem guh nadin wan û hem jî qanûnên xwe pêk naînin. Wan ji bo daxwazên xwe jî got, “Deklarasyona me li gorî destûra bingehîn e û li welat kesên ji xwe re dibêjin çepgir, sosyalîst, demokrat, rewşenbîr, nivîskar, sazî û partî li deklarasyona me xwedî dernakevin, û ev yek mirovan diêşîne.”
Girtiyan bi bîr xist ku wan berê dabû zanîn, heger daxwazên di deklarasyona wan de bên bicihanîn, ew ê greva xwe ya birçîbûnê bi dawî bikin, û wiha dewam kir: “Em asta çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li dijî kesên ku li hemberî mirovan rêzgirtin û hesasiyeta wan nemaye, bilind dikin û em ji hemû raya giştî re radigihînin ku ji 30’ê Nîsanê û pê ve, em dest bi Rojiya Mirinê dikin. Em ê çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi awayekî rêxistinkirî û bi koordîne bimeşînin. Ji bilî hevalên me yên ku navê wan li jêr hatine eşkerakirin, hevalên din wê greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger bidomînin. Ji bo xalên deklarasyona me bikevin meriyetê û ji bo rakirina tecrîdê heger ji dil bin, muxatebê wan li zindanan em û pêşenga berxwedanê, parlamentera me ya hêja, Leyla Guven e.”
Girtiyên siyasî bang li hemû girtiyan kir ku rêxistinbûyî tevbigerin û ne şexsî.
Kilît ‘Rêber Apo ye’
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi van gotinan daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Em dizanin ku mifteya jiyana azad û demokratîk Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe dikin ku li Rêbertiyê xwedî derkeve. Em bang li hemû demokrat, rewşenbîr û akademîsyenan dikin ku li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin. Yên ku qêrîna me nabihîzin û nabînin, bila insanbûna xwe bixin ber lêpirsînê. Em ê berxwedana xwe bi serketinê tacîdar bikin û teqez em ê bi ser bikevin.”
Navê çalakgerên Rojiya Mirinê
Navê 15 girtiyên îro dest bi Rojiya Mirinê dikin û hepsên lê dimînin wiha ne;
- Li Hepsa Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek.
- Li Hepsa Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan.
- Li Hepsa Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk
- Li Hepsa Tîpa D a Amedê; Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.
NAVENDA NÛÇEYAN
Me bi tenê nehêlin
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ayşe Acînîklî, biryara girtiyan a “Rojiya mirinê” nirxand û got, “Tekane çareserî, gavavêtina desthilatdariyê ye.”
Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ku di Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê de cih digire û têkildarî grevên birçîbûnê bi partiyên siyasî re hevdîtinê dike, Ayşe Acînîklî, biryara girtiyan a “Rojiya mirinê” nirxandin.
Acînîklî got, heta desthilatdarî gavê neavêje, ev rewş dê xerabtir bibe û wiha axivî: “Di vê mijarê de tekane çareserî gavavêtina desthilatdariyê ye. Lê bela xwe ji gavavêtina desthilatdariyê vekin, heta niha wê ti daxuyanî li ser vê mijarê nedaye. Me li Meclîsê, bi Serokwekîlê Koma AKP’ê re hevdîtin kir. Wî got, ew ê bi mijarê re elaqedar bibin. Lê heta niha ti tişt nekirine.”
Ancînîklî da zanîn ku ne tenê ji bo biryara rojiya mirinê, divê ji bo grevên birçîbûnê yên ji asta krîtîk jî bihurîne, gav bê avêtin û wiha peyivî: “Rewş pirr cidî ye. Ji bo ku em dengê çalakgerên di greva birçîbûnê de bidin bihîstin, divê em xebatên xwe zêdetir bikin. Berî ku derengtir bibe, êdî divê hikûmet gavê biavêje.”