Li Japonyayê dawiya hefteyê 3 çalakiyên li dijî nijadperstiyê û şideta polîsan hatin li darxistin. Yek jê li Osaka û herduyên din jî li paytext Tokyoyê. Yek ji çalakiyên li Tokyoyê li dijî miameleya xirab û şideta polîs a li dijî karkerekî Kurd bû. Li Osakayê yekşema bihurî li gorî rayedaran hezar kes ji bo ku destekê bidin xwepêşandanên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li dijî şideta polîsan û qetilkirina George Floyd ê Efro-Emerîkî. Çalakî weke tevahiya xwepêşandanên bi heman mebestê bi şîara Black Lives Matters (Qedr û qîmetê jiyana mirovên reş heye) bi rê ve çû. Xwepêşandanan her wiha nijadperestiya li dijî ne Japonan a li Japonyayê jî protesto kir. Herdu xwepêşandanên li Tokyo nêzî navenda bajêr a sûka navdar a nêzî Stasyona Şîbuya (Shibuya) bûn. Xwepêşandana li dijî miameleya xirab a li dijî karkerê Kurd di nava sûka mezin de bû. Qederê 500 xwepêşandêrî 22’yê Gulanê lêxistin û miameleya xirab a bi Kurdê karker re protesto kir. Ji Çalakgeran Hana Kurokawa ya 22 salî got, “Nijadperstî li Japonyayê pirsgirêkek e.” Çalakiya din a jî nêzî heman deverê li cem peykerê Haçîko çêbû, ku tê de qetilkirina George Floyd a protestokirin. Dîsa jî di bîra çalakgeran de şideta polêsan li dijî karkerê Kurd hebû, çawa ku ji çalakgeran Namî Nanamî ya 28 salî dibêje, “Heman tişt (şideta polês) li Japonyayê jî heye, lê kes behsa wê nake.” TOKYO