Heyva Sor a Kurdistanê ji bo alîkariyê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî re bike, kampanyayeke alîkariyê dabû destpêkirin. Ev kampanya hîna dewam dike û armanc nexasim jî ew e ku karibin klînîkeke mobîl li Dêrikê çêkin, ya ku karibe nexweşên ji ber vîrusa koronayê bi şewbê ketî derman bike. Heyva Sor a Kurdistanê doh da zanîn ku hindik maye ew xwe bigihînin mîqdara ji bo vê projeyê lazim e. Di metna xwe ya kampanyayê de Heyva Sor bi bîr dixe ku yekane nexweşxaneya karîbû ji bo tesbîtkirina vîrusê bi nexweşan re li tevehiya herêmê li Serêkaniyê bû û ev nexweşxane tevî bajêr hatiye dagirkirin.
Heyva Sor dide zanîn ku rêveberiyê tevdîrên xwe yên ji bo pêşîgirtina li vegirtina şewbê girtine, dibistan, zanîngeh hatine betalkirin, sînor hatine girtin, derketina derve hatiye sînordarkirin, hin kolanên zêde xelk diçe wan hatine dezînfektekirin. Lê belê li Rojava ekîpmanên sereke yên tibî kêm in; di nava van de derman, maske, dermanên dezînfektekirinê û paqijiyê jî hene. Bi ser halan de tenê çendek maşînên alîkariya bêhnstendinê hene.
Hindik ma bigihîje armanca xwe
Di vê çarçoveyê de Heyva Sor a Kurdistanê banga bêşê kiribû ji bo Rojavayê Kurdistanê. Rayedarên Heyva Sor a Kurdistanê doh dan zanîn ku 6 hezar û 200 euroyê hîna kêm in, heger ev mîqdar jî temam bibe, ew ê karibin, dest bi projeya çêkirina klînîkeke mobîl ya li Dêrikê bikin. Heger hûn jî dixwazin ev kar zûzûka destpê bike, hûn jî dikarin bêşa xwe li hesabê li jêr razînin. Ji bo sedema bikaranînê “Rojava-Coronavirus” divê bê nivîsîn. Agahiyên mayî yên hesab ev in:
Heyva Sor a Kurdistanê e.V.
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX,
Yan jî bi rêya paypalê, bi lînka li jêr hûn dikarin bêşa xwe bidin:
https://www.paypal.me/heyvasor
NAVENDA NÛÇEYAN