Lukas Weishart: “Tesîra strana Canê Canê li min bû gava min ew nihurand. Cara pêşî min ew di çalakiyeke Cotmeha 2015´an de got. Min têkoşîna li dijî faşîzmê kir stran.”

Lukas Weishart: “Divê em kolan bi kolan, mal bi mal bigerin, biçin cem mirovan ji wan re bibêjin ka em çima li kolanan in, ka em çi dixwazin, vê xweşik ji wan re rave bikin.”

PERVÎN YERLÎKAYA / STUTTGART

Lukas Weishart aktîvîst û çalakgerekî Elman e; wî sala 2015’an ji bo diyarî rizgarkirina Kobanê û Serketina Kobanê bike, stranek nihurandiye. Ew li çalakiyên ji bo Rojava û li dijî dagirkeriyê de vê strana xwe dibêje. Ew dibêje, “Min têkoşîna li dijî faşîstan kir stran.”

Lukas Weishart, bi strana xwe ya ku wî ji bo Kobanê gotinên wê nivîsîne û awaza wê çêkiriye, li çalakiyên li dijî dagirkeriyê dibêje. Di her çalakiya li Stuttgartê de li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li dijî Rojava de, ew û gîtara wî hazir û amade ne. Ev qederê 40 salan e ku Lukas çalakgerekî şoreşger e û ji destpêkê ve ew di projeyên destek û alîkariya Rojava de cihê xwe digire. Ji bo têgihiştina xwe ya piştgiriyê ew dibêje, “Piştgiriya bi Kurdan re, ne ew e ku em tenê bibin piştgir; divê em têkoşîna wan weke têşkoşîna xwe bibînin.”

Roja rizgarkirina Kobanê nivîsî

Weishart ê di nava MLPD´yê de cihê xwe digire, ev besteya xwe roja rizgarkirina Kobanê nivîsandiye. Ji bo awazê dibêje, “Tesîra strana Canê Canê li min bû gava min ew nihurand. Cara pêşî min ew di çalakiyeke Cotmeha 2015´an de got. Min têkoşîna li dijî faşîzmê kir stran.” Lukas Weishart wekî din dibêje wî ji bo 8´ê Adarê Roja Jinan a Cihanê jî ji bo bibîranîna jinên li Kobanê şer kirî jî stranek nihurandiye, lê hîna ew stran li ti derî negotiye.

Lukas di dema xwendekariyê de weke dij-faşîst çalak bû, niha jî di nava MLPD´yê de têkoşîna xwe ya dij-faşîst dewam dike. Ji bo hizra xwe jî Lukas dibêje, “Li dinyayê têkoşîna demokrasiyê gelekî muhim e. Ev ji bo gelê Kurd jî wisa ye. Helbet ji bo Filistînê jî.”

Rojava bû hêvî ji şoreşgeran re

Lukas ê li Stuttgartê ev qederê 30 salan e ku dostekî Kurdan e jî, lê Şoreşa Rojava tiştekçî dine ji bo wî: “Ji 2012’an ve em destekê didin projeya Rojava. Destketiyeke mezin bû ku wan mafên xwe bi xwe diyar dikirin. Ji 2014´an ve çalakiyên pişgiriya şerê li dijî DAIŞ´ê tên lidarxistin. Me jî çalakî li dar xistin û bi hev re înternasyonalîzm daxist meydan û kolanan.”

Lukas dibêje, “Piştgiriya bi Kurdan re tenê bi piştgirtinê nabe; divê em têkoşîna wan weke têkoşîna xwe bibînin.” Ji ber vê jî ew xwedî li Serketina Kobanê jî derketine. Sala 2015´an ji bo avakirina navendeke tenduristiyê weke karekî MLPD´ê dest bi xebatê kirine û di nava çend mehan de ev navend ava jî kirine û ew navend dewrî Heyva Sor a Kurd kirine.

Ew navenda ku heyva Sor veguherand navenda anîna zarokan û tenduristiya jinê heta niha bûye mala anîna dinê ya 400 zarokan.

Meydana Kobanê

Lukas Weishart ji bo dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a ji 9´ê Cotmehê ve jî dibêje, “Hebûna Rûsya, Sûrî û Tirkiyeyî li herêmê ji bo parastina berjewendiyên wan e. Lê herêm ya gelên wê deverê ye; ya Kurd, Ereb, Êzîdî û Suryaniyan e.

Lazim e em li dijî kapîtalîstan têbikoşin. Divê em rave bikin ka çima projeya Rojava girîng e. Divê em xweş behsê bikin ka çima gelê Kurd krîmînalîze dikin.”

Ew gazinan jî dike û dibêje, gotina sloganan têrê nake û wiha dewam dike: “Divê em kolan bi kolan, mal bi mal bigerin, biçin cem mirovan ji wan re bibêjin ka em çima li kolanan in, ka em çi dixwazin, vê xweşik ji wan re rave bikin.”

Lukas di avakirina platforma Defend Rojava Stuttgartê de jî cihê xwe girtiye û di nava çalakiyên wê de jî çalak cihê xwe digire. Lukas bi bîr dixe ku di dema çalakiyên Kobanê de ew timî li meydana Schlossplatz a Stuttgartê diciviyan û ji ber wê jî navê meydanê êdî bûye, Meydana Kobanê. Wî bang li her kesî kir da ku beşdarî çalakiyên li Meydana Kobanê yên ji bo rojava bibin.

Beşek ji stranê

 

Kobanê Kobanê                              

Kobanê Kobanê

Kämpfer für die Freiheit,                 

şervanen azadîye

gegen die Faschisten,                     

li dijî faşistan 

unser Herz schlägt mit euch!          

Dilê me cem we ye

unser Herz schlägt mit euch!          

Dilê me cem we ye