Erekeke netewî ye
Endamê komîteya amadekar ê konsertê Mihemed wiha got: “Konser ji aliyê koma Hewreman û koma Şehîd Berçem ve hat dayîn. Di konsertê de alîkariyekî pir hat komkirin. Hem em weke amadekarên konserê û hem jî her du komên konsert pêşkêş kirin, me bi alîkariyekî mezin tevlîbûn çêkir. Her wiha hemû ew alîkariyên hatin komkirin bişînin Kobanê û ji bo piştgiriya bi Kobanê re wê bên bikaranîn.”
Sîstemek demokratîk heye
Di konserê de nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso û parlamenter Ferhad Sengawî ku axivîn, bal kişandin ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan. Her wiha di axaftinên xwe de berxwedana dîrokî ya Kobanê pîroz kirin. Dîsa bal kişandin ser sîstema kantonan ya xwedî ezmûnekî demokratîk û bi teybetî berxwedana Rojavayê Kurdistanê û giringiya rolê jinan. Her wiha zagona wekheviya hejmar 22 a sala 2014’an a Kantona Cizîrê bi rêveberiya hevbeş ya hatin vegotin. Piştî bi dawîbûna sitranan her du komên konsert pêşkêş kirin bi dirûşma; “Bijî berxwedana Kobanê, bijî berxwedana YPG/YPJ, pêşmerge û gerîlayan” konsert bi dawî hat.
ROJ NEWS/HEWLÊR