Her du nivîskaran da zanîn ku DAIŞ a ku ji aliyê hêzên derve ve piştgiriyê dibîne li Rojava û Kobanê rastî berxwedana xurt hatiye û bi taybet jî jin hem ji bo azadiya xwe û hem jî bo azadiya civakê şer dikin û li hemû cîhanê deng vedane.

Samakar got ku berxwedana li Kobanê li dijî DAIŞ’ê hatiye nîşandan, ji her aliyê cîhanê bi mîlyonan kes xistiye nava tevgerê û got: “Ez piştgiriya ji bo berxwedana Kobanê serketî dibînim.

Berxwedana Kobanê bandor li ser nivîskar, helbestvan û rewşenbîran kiriye. Gelek nivîskaran helbest, çîrok, gotarên ku berxwedana Kobanê vedibêje nivîsîne. Ez jî wek rewşenbîrekî fikirîm ku çawa piştgiriyê bidim gel. Min der barê berxwedana Kobanê de helbestek nivîsî û ez bi serokê PEN a Îranê Bahram Rahmanî re rûniştim. Me ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê pirtûkek nivîsî û çap kir.”

Rahmanî û Samakar bi gotar û helbestên ku ji aliyê nivîskar û helbestkarên ji cihên cuda yên cîhanê hatibûn nivîsin berhev kirin û kirin pirtûk. Rahmanî ji nivîskarên li welatên cuda yên cîhanê re name şand û daxwaz kir ku helbest û gotarên xwe yên têkildarî Kobanê nivîsîne bişînin.


Dahata pirtûkan ji bo Kobanê

Rahmanî diyar kir ku ji nava helbest û gotarên ku hatine, hinek hilbijartine û biryar dane ku cih bidin nivîs û gotarên 50 nivîskarî û anî ziman ku xwediyê weşanxaneyê jî bi armanca piştevaniya Kobanê pirtûk bêpere çap kiriye.

Di pirtûkê de ji çar zimanan; Fransî, Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî helbest û gotar hene. Abbas da zanîn ku hemû hatineyên pirtûkê şandine ji gelê Kobanê re û got: “Tişta ku me kiriye qasî dilopek behrê ye. Lê me nekarî li dijî pêkanînan bêdeng bimînin. Berpirsyariya me hebû. Çapa yekem kêm maye biqede. Em ê ya duyem jî çap bikin.”

Rahman jî got wan pirtûkên xwe şandine DYA, Kanada, Awûstralya, Îran û Kurdistanê û got: “Me ev ji aboriyê wêdetir, bi armanca moraldayîna Kobanê pêk anî.  Piştî me pirtûk çap kir me di meha Sibatê de li Stockholmê şeva piştevaniya bo Kobanê re pêk anî.  Me hemû dahata bi dest xist şand ji Kobanê re. Em ji bo alîkariya şoreşa Rojava niha li ser çend projeyên şênber dixebitin.” 


 ANHA/STOCKHOLM