
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku dewletên dagirker ên Kurdistanê her çend li dijî hev bin jî lê dema Kurd dibin mijara gotinê, hemû dibin yek û weke mînak jî ragihand ku Tirkye û Sûriyeyê bi hev re li dijî Kurdan êrîşkariyê dikin. KNK'ê diyar kir ku Tirkiyeyê ev demeke dev ji rejîma Şamê berdaye û çiqas kom û organîzasyonên îslam-cîhadîst hebin, li dijî Rojavayê Kurdistanê perwerde dike, bi çek dike û ber dide Rojavayê Kurdistanê.Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku avabûna Kantonên li Rojavayê Kurdistanê bû destketiyeke mezin ji bo Kurdan û gelên kêmasî yên li Kurdistanê û anî ziman ku vê destketa Kurdistaniyan ji cîhana humanîter jî piştevaniyeke mezin dîtiye.
KNK'ê destnîşan kir ku vê yekê hesabên Tirkiye û rejîma Şamê serûbin kiriye û got, "Ji bo vê avabûna nû ya Kurdistanê hêj di serî da bifetisînin, planê xwe yê şer dane pêş. Ev demek e ku li ser Kobaniyê dîsa ve dest bi êrişan dikin. Diyar bû ku hem Tirkiyeyê hem jî rejima Şamê hêzên paramîlîter yên bi rengekê bi wan ve girêdayî dîsa ve aktîve kirine. Ev êrişa nû gelek aşkera bi armanca têkbirina vê destkevta xelkê me hatiye dest pê kirin. Niyeta wan hilweşandina xweserîya demokratîk ya Rojavaya Kurdistanê an ku avabûna Kurdistana Kantonal e."
Konseya Rêveber a KNK'ê ragihand ku Kobanê di navbera Efrîn û Cizîrê de pireke saxlem e û anî ziman ku bi êrîşên li dijî vê derê re hewl tê dayîn destpêkê kantonên Efrîn û Cizîrê bên dorpêçkirin û dûre jî gav bi gav Kurdistana Kantolan were têk birin.
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîr xist ku di avabûna Kurdistana Kantonal de Kobanê çepera destpêkê bû û hat gotin, "Agirê azadiyê ji wê derê ve gur û geş bû. Êrişa ku bi destê van islam-cîhadistên taşeron a ji Kobaniyê dayîne dest pê kirin tesaduf nîne. Di halê hazir da dijminan planekî wêranker çêkirine û ji bo realîzekirinê jî ji Kobanîyê dest bi kar bûne."
'Divê gelê me seferber bibe'
Desteya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku planên neyarên Kurdan gelekî mezin in, bi Kobanê re teng nîne û destnîşan kir ku parastina Kobanê ji aliyê Kurd û Kurdistanîyan ve gelek giring e.
KNK'ê got, "Dergehê parastina Kurdistana Kantonal vê gavê Kobanê ye. Çeperê ewile û divê bê parastin. Xelkê me, têkoşerên azadiyê, YPG berxwedaneke mezin nîşan didin. Eve erkekî neteweyî û welatî ye. Parastina Kobanê parastina Kurdistana Kantonal e. Serêkaniyê par çawa hate parastin, Kobanê îro divê hêj mezintir bê parastin. Xelkê me, hemû Kurdistanî divê seferber bin. Em wekî KNK banga seferberiyê li xelkê xwe dikin. Roj roja xîretê ye."
'Nokakiyan deynîn aliyekî'
KNK'ê di peyama xwe de bang li hêzên Kurdistanî kir ku erkên xwe yên lezgîn bicîh bînîn û wiha berdewam kir: "Kurd û Kurdistanî, hesab û kitabên biçûk terk bikin. Desthilat û opozisyona Kurdistana Kantonal zûtirîn wext nakokiyên di navbeyna xwe de çareser bikin anjî ji bo demekî kurt paş bidin û dest bidin hev û welatî bi hev ra biparêzin. Di nav van êrişên dijminan ên li ser welatî de ne desthilatî nejî opozisyonî tê kirin. Berî her tiştî parastina welatî."
KNK bangî hemû parçeyên Kurdistanê û Kurdên dîasporayê jî dike ku gelek aktîv bizava piştevanîya bi berxwedana Kobanê re bidine dest pê kirin."
Ji KONGRA GEL banga seferberiyê
Hevserokatiya KONGRA GEL ji bo herêma Kobanê ya di bin êrîşa çeteyan de ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tê xwestin Kantona Kobanê bê îzolekirin û hat gotin, "Yên ku herî zêde nêzî Kantona Kobanê ne û dikarin destê xwe yê alîkariyê dirêj bikin, gelên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Pêwîste gelê me li dijî AKP ya her şêweyên destekê dide çeteyên DAIŞ'ê, bi hêrseke mezin biherike kolanan. Ji bo şikandina tecrîda li ser Kobanê, di serî de alîkariya însanî divê di her mijarê de alîkarî were dayîn." Daxuyaniya KONGRA GEL wiha ye: "Şoreşa Rojava reşika çavê gelê Kurd e. Çeteyên dixwazin zerarê bidin çavê gelê Kurd û dijminên Kurdan ên destekê didin wan, wê ti carî bi ser nekevin. Gelê Kurd û dostên gelê Kurd wê ti carî firsendê nedin vê yekê. Pêwîste parçeyên din ên Kurdistanê di mijara xwedîderketina li Kantona Kobanê de seferber bibin. Yên ku herî zêde nêzî Kantona Kobanê ne û dikarin destê xwe yê alîkariyê dirêj bikin, gelên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Pêwîste gelê me li dijî AKP ya her şêweyên destekê dide çeteyên DAIŞ'ê, bi hêrseke mezin biherike kolanan. Ji bo şikandina tecrîda li ser Kobanê, di serî de alîkariya însanî divê di her mijarê de alîkarî were dayîn. AKP ji bo ji xwe re bike malzemeyeke hilbijartinê dikare li Kobanê serî li her şêweyên provokasyonan bide. Pêwîste gelê me di vî warî de hişyar be. Di serî de Ewropa pêwîste hemû gelê me yê li tevahiya cîhanê bibe deng û nûnerê Kobanê. Di serî de gelê Asûrî-Suryanî yê bi Şoreşa Rojava re qedera xwe kiriye yek, pêwîste hemû gel ji bo Kobanê rabin ser piyan. Hemû xebatên ji bo xwedîderketina li Kobanê, di heman demê de wê hemû destketiyên Şoreşa Rojava biparêzin."
BRUKSEL
KCD’ê ji bo Kobanê banga hişyariyê kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember Kantona Xweser a Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rejîma qedexeker a Esad û dijberên wî yên tu ferqa wan ji rejîmê tune ne Sûriye veguherandine gola "xwînê", şer û atmosfera kaotîk kûr dikin. Daxuyanî wiha didome: "Gelê Kurd bi gelê ereb, suryanî û gelên din re bi pergala demokratîk a li Rojava ava kir erdnîgariya xwe veguherand girava îstîqrar û aştiyê. Lê belê çeteyên ji derve tên her roj êrîşên xwe dewam dikin. Bi çekên giran êrîşî Kantona Kobanê dikin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi wan êrîşan tê xwestin pêwendiyên di navbera kantonan de bên qutkirin û wiha hat gotin, "Bi taybet gelên Kurdistanê em bang li her alî, kes, hêzên navneteweyî û saziyan dikin da ku li hember van çeteyên ji derve tên helwest bigirin û dengê xwe bilind bikin."
Kantona Cizîrê li dijî êrîşan daket qadan
Li gelek bajarê Kantona Cizîrê ji bo piştgiriya gelê Kobanê ku rastî êrîşên hovane tê, xwepêşandan û çalakî hatin lidar xistin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku şoreşa Rojava ji Kobanê dest pê kir û dê li Kobanê bi ser bikeve. Li Amûdê, Girkê Legê û Hesekê bi pêşengiya ciwanan xwepêşandan hatin lidarxistin û êrîşên li dij Kantona Kobanê hatin şermezar kirin û peyama 'Kobanê ne bi tenê ye' dan.
HESEKÊ