Şagirtên Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Fîraz zarokên bi navê Ronahî Kobanê û Xwîndar Efrîn ji bo cangoriyên Kobanê û berxwedana Kobanê stranek çêkirin.
Zarokan da zanîn ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji welatên xwe derketine. Zarokan anî ziman ku çeteyan serê zarokan jê dikir. Zaroka bi navê Ronahî Kobanê diyar kir ku ew destpêkê hatine wargeha AFAD'ê, lê ji ber şert û mercên wir pir nexweş bûn û nêzikatiya berpirsyarên wan nîjadperestî bû ew ji wir hatine. Ronahî axaftina xwe wiha domand: “ Ew kon ê dijminan bû û me jê hez nedikir, ji ber wê jî em hatin yên hevalan. Tiştek nedidan me, xwarin ger xweş bûya ne dida me an jî kêm dida me, ger nexweş jî bÛya pir zêde dida me. Em niha li vir pir kêfxweş in ji ber ku hemû Kurdên me ne.”
Zarokên Kobanê Ronahî Kobanê û Xwîndar Efrîn stranek li ser Kobanê nivîsîne û di nava strana xwe de behsa şervanên YPG/YPJ’ê dikin û hesta Kobanê tînin ziman.
RIHA