Agir bi kon ke sê zarok mirin
Li başûrê Kurdistanê li kampa Xanikê ya koçberên Şengalê lê dimînin, agir bi konekê ket û di encamê de 3 zarokan canê xwe ji dest dan. Derbarê bûyerê de çavkaniyekê ji kampa Xanikê ser bi Duhokê got: ‘’Dema ew malbata koçber a Kurdên Êzîdî bi şev radizên mûmekê pêxistî dihêlin û piştre ji ber wê mûmê agir bi konê dikeve û di encam de 3 zarok ku du ji wan keç in û yek kur e canê xwe ji dest didin.’‘ Temenê keçeke ji wan 6 û ya din jî 4 salî ye û kur jî 2 salî ye, herwiha malbat hemû ji 7 kesan pêk dihat. Ji dema Şengal ji aliyê DAİŞ’ê ve hat dagîrkirin bi hezaran malbatên Kurd ên Êzdî koçberî Herêma Kurdistanê bûn û beşek ji wan jî li kampa Xaniyê hatin bicîh kirin.
Kon dibin lehiyê de man
Li aliyî din ji ber barîna zêde ya baranê li navçeyên Herêma Kurdistanê, li Kampa Xanikê 110 kon ên koçberên Şengalê di bin avê de man. Parlementerê Iraqê Macid Şengalî got ku ji ber barîna rêjeyeke zêde ya baranê li sînorên parêzgeha Duhokê, 110 konên koçber û derbiderên li Kampa Xanikê, ya taybet yên Kurdên Êzdî, di bin avê de man. Şandek ji parêzgeha Dihokê bi mebesta gihandina alîkariyan bo koçberên Kampa Xanikê û Kampa Baedrê, serdana her du kampan kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN