Yekemîn dewreya ramyarî ku li navçeya Sirînê dest pê kiribû û 95 hevserokên komunan tê de cih digirtin, bi dawî bû.

Akademiya Civaka Demokratîk ji bo 95 hevserokên komunan ên navçeya Sirînê ya li başûrê Kantona Kobanê, yekemîn dewreya ramyarî dest pê kiribû.

Ev dewreya ku 15 rojan dirêj kir, bi navê “Dewreya Şehîd Masîro” wekî yekemîn dewreya ramyarî li navçeya Sirînê hate organîzekirin.

Di vê dewreyê de dersên ramyarî wekî “Girîngiya komunê, girîngiya perwerdeyê, Neteweya Demokratîk, hevjiyana azad û çand û exlaq” hatin dayîn.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de, ji navçeyê rêveber û berpirsên saziyên sivîl û eskerî amade bûn.

Hevseroka Komuna Gundê Êlwa Zir ê girêdayî Sirînê, Zehîda Cumaa got, “Min di perwerdeyê de mafê jinê ku jê hatiye standin, nas kir. Ez fêr bûm êdî çawa komunê bi rê ve bibim.”

Di dawiyê de li ber dengê stranên gelêrî govend hat gerandin. 


ANHA / KOBANÊ