Xebata makeqanûna azadiya gelan...
Leygara, anî ziman ku piştî van mijaran di konferansê de binirxînin dê niqaşên ku hatin kirin hemûyan kom bikin û bikin pirtûk. Leygara, da zanîn ku ev pirtûk ji bo xebatên wan yên pêşerojê dê wekî manîfestoyekê be û wiha axivî. Her çen fikrên cuda derkevin jî em bawer dikin ku ji ber pirsgirêk û daxwaz yek in dê fikr û pêşniyarên eynî zêdetir bin. Nihaqa me ya sereke dê ji bo azadî û yekîtiya gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê be. Dê niqaş li ser yekîtî û jiyana hevpar a gelan bê kirin.
‘Em dixwazin gel azad û wekhev bijîn’
Leygara, destnîşan kir ku daxwaz û têkoşîna gelê Kurd pir aşkere û zelal e û wiha berdewam kir: “Ev konferans dê bibe daxwaza 40 milyon Kurd. Em dê ji bo konfrenasa ku li Hewlerê pêk bê pêşniyar û daxwazên xwe yên gelên Tirkiyeyê niqaş bikin û pêşkêş bikin. Em dixwazin ku hemû gelên Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê di nava azadî û aramiyê de bijîn.”
Leygara, destnîşan kir ku dê ermenî, suryanî, mehelmî, êzidi, sunnî, elewî, nivîskar, rewşenbir û gelek kesên din jî beşdar bibin. Leygara, destnîşan kir ku nûnerên KCD, BDP, HAK-PAR, KADEP, OSP TDŞK dê amade bibin û wiha dawîli axaftina xwe anî: “Konfernas dê 17-18’ê Îlonê de li otela Classê pêk bê. Dê 2 rojan berdewam bike.”
DÎHA-AMED