Şandeke Şengalê ku ji nûnerên gelê Ereb, YBŞ, Gelê Nerazî û jinan, têkildarî vekirina Korîdora Mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de bi rayedarên Artêşa Iraqê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de rayedaran soz da ku korîdor wê vekirî bimîne.
Piştî ku rayedarên Iraqê 15’ê Kanûnê Korîdora Mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de girt, di 16’ê Kanûnê de gelên Şengalê li ser sînor xwepêşandan kir. Di encama hevdîtinên bi rayedarên artêşê û xwepêşandanan de korîdor di 18’ê Kanûnê de bi awayekî fiîlî hat vekirin, lê rayedarên artêşê got, bi awayekî fermî vekirina korîdorê erka wan nîne, lewma divê bi hikûmeta Bexdayê re hevdîtin bê kirin.
Şandeya ku ji Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî, Nûnerê Gelê Nerazî Qehtan Elî, li ser navê jinên Şengalê Şemê Remo û nûnerên gelê Ereb ê Şengalê pêk dihat, li gel Fermandariya Yekîneya 15’an a girêdayî Fermandariya Çalakiyên Nînovayê civiya.
Endamê Şandeyê Qehtan Elî got, wan daxwazên xwe yên di çalakiyên 3 rojan ên li ser sînor de, careke din ragihandine. Qehten Elî da zanîn ku di Korîdora Mirovî re bi hezaran kes derbasî Rojava bûbûn û ji qirrkirinê xilas bûbûn, her wiha gelek pêdivî di vê rê de têne pêşwazîkirin, lewma wan xwestiye ku ev korîdor vekirî bimîne.
Qehat Elî got, rayedarên Fermandariya Yekîneya 15’an jî soz daye ku wê ev korîdor vekirî bimîne û ji bo ku careke din neyê girtin, ew ê bi Serokwezîrê Iraqê re pêwendiyan deynin û daxwazên gel radest bikin.
ROJNEWS/ŞENGAL