Tîmên Taybet ew winda kirin


Rêveberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter 27’ê Gulanê li taxa Bahçelîevlerê ji hêla tîmên taybet ve hat binçavkirin, û  ev bi rojan e ku ji Kulter ti agahî nayê girtin. Li gorî şahidên bûyerê û li gorî parvekirinên tîmên taybet ên li ser tora medyaya civakî, Kulter ji hêla tîmên taybet ve hatiye binaçvkirin, lê tu sazî û rêveberên dewletê vê yekê qebûl nake.


Parêzerên mafên mirovan bal kişandin ser kesên di demên borî de hatine windakirin, bang li NY’yê kirin da ku demil dest ji bo Kulter bikeve nava tevgerê.
Serokê Giştiyê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan der barê bûyeran de got, hem Raportorê Taybet ên Înfazên Bê Dadgehkirin hene û hem jî Koma Xebata Windakiriyan heye û eşkere kir ku divê her du alî jî zend û bendan badin.




Gelo wê bibe polîtîkaya dewletê?


Turkdogan herî dawî windakirina Tolga Ceylan ê sala 2004’an di bin çavan de hat windakirin bi bîr xist û weha axivî: “Heke Kulter di bin çavan de hatibe windakirin, ev polîtîkaya dewletê ye. Heke ev ne polîtîkayeke dewletê be, divê rayedarên dewletê derkevin û der barê buyerê de agahiyan bidin. NY Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne. Dê vê rewşê pêşkeşî Tirkiyeyê bike. Divê vê yekê di demeke herî kurt de pêk bîne. Divê ev bê zanîn; divê dozgerên li Tirkiyeyê lêpirsînekê bidin meşandin! Dozgerek vê bûyerê dikare bi rihetî derxe holê.”



Kulter birine navenda êşkencê

Malbata Hûrşît Kulter banga hestiyariyl li raya giştî kir der barê di binçavan de windakirina wî de. Malbatê ji bo aqûbeta kurê xwe li ber mala xwe ya li gundê Avgamasiyan daxuyanî da çapemeniyê. Kurapê Hûrşît Kulter Mustafa Kulter daxuyanî da, û bi bîr xist ku Hûrşît Kulter berê jî 5 salan di girtîgehê de maye û piştre wekî rêveberê DBP’ê dest bi xebatan kiriye û weha peyivî: “Hûrşît Kulter ji bo rewşeke aram bê avakirin xebat dimeşand. Piştî li Şirnexê derketina derve hat qedexekirin, ji bo biçe gel xaltîka xwe ya li Taxa Bahçelîevlerê derbasî taxê bû. Lê ji 27’ê Gulana 2016’an vir ve agahî jê nayê girtin. Di 27’ê Gulanê de bi rêya peyamê got, ‘Hatin. Heqê xwe helal bikin’ û agahî jê qut bû.”

Kulter bi bîr xist ku hesabê medya civakî yê BOF´ê der barê girtina Kulter de agahî parve kirine û wiha pê de çû: “Ji wê rojê û şûn ve hemû miracaetên me bê encam man. Li gorî nûçeya herî dawî tê gotin ku Kulter birine navenda tîmên taybet a Gumuşê. Gumuştepe cihê êşkenceyê ye.”

Kulter di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew bi fikar in ku kurapê wî bê pirs û dadgeh hatibe qetilkirin, û bang li raya giştî ya Tirkiyeyê kir da ku ji bo welat nebe goristana kesên “kiryar nediyar kuştî” her kes hestiyar û hişyar be.


 ŞIRNEX