AMED DICLE
Dewleta Tirk li ber têkçuyinê ye. Ne em ew bi xwe dibêjin. Aboriya wan têk çû, siyaseta wan a derve têk çû, têkiliyên wan ên cîhanê re gelek qels in, bi hin hêzan re ne li hev in jî. Di nava xwe de perçe bûne, civaka xwe kirine çend beş û êrişî hev dikin. Ev hêj rojên baş in.
Bingeha vê meselê jî şerê li hemberî Kurdan e. Gelek kesan, gelek caran gotin, şer pere dixwaze. Eger şer hebe pere lazim e. Dewleta Tirk li hemberî Kurdan şerê qirkirinê dide meşandin. Ev şer di 2-3 salên dawî de hatiye asta herî bilind. Di vî şerî de tekonolojiyek mezin bi kar tînin. Ji bo vê yekê jî hemû derfetên xwe yên aborî pêşkêş dikin.
Bifikirin, di berîka we de 10 lîra pere heye. Ji bo ku vî pereyî zêde bikin ti proje wan wîzyonek we nîne. Lê her tim ji derve tiştan dikirin û vî pereyî xerc dikin. Piştî demekê pere namîne û aboriya we tê sifirê. Sîstema aboriya dewletan jî bi gotinên basît wiha dixebite. Tirkiye tiştekî bifiroşe derve, 20 tiştan ji derve dikire. Ji ver vê sedemê perê diçe derve û her ku diçe jî bê qîmet dibe. Ev jî dibe sedema têkçûyina aboriyê.
Her wiha, ji bo ku siyaseta xwe ya qirkirinê li ser Kurdan bidin dewam kirin bi hemû hêzên cîhanê re dikevin nava têkiliyan. Ji bo ku dinya dengê xwe ji wan re neke derfetên û dewlemendiyên xwe pêşkêş dikin. Li gel vê yekê jî weke me li jor got li dinyayê hatine tecrît kirin. Di vî warî de jî ne serkeftî ne.
Ji xwe li hûndir jî bi hev ketine. Ji ber van sedema îro diçin hilbijartinan. Encama hilbijartinan çi dibe bila bibe ev dewleta Tirk bi hêz nake, wê bi qelstir bike. Eger desthilatdariya AKP-MHP têk biçe û rêveberiyek aqilane were, wê demê dikarin hin tiştan bidin hev. Lê eger ev rêveberiya nû jî li hemberî Kurdan heman siyasete bide meşandin wê demê wê heman pirsgirêk dewam bikin. Ev yek jî wê dewleta wan qelstir bike.
Ji ber vê yekê, îro roj roja Kurdan e. Kurdan ti carî dewleta Tirk ewqas tengav nekiribûn. Ev yek wê di hilbijartinan de jî xuya bike. Bêyî deng û hêza Kurdan ti hêzek nikare li Tirkiyê planên siyasî çêbike. Êrişên wan hemî vala ne, ew bi xwe jî hêza Kurdan baş dizanin.
Ji bo ku Kurd vê tengaviya dewletê, van derfetên heyî bi kar bînin hilbijartin firsendek e. Hilbijartin her tiştî çareser nake. Lê dikare gelek deriyan veke. Ji bo Kurdan beriya her tiştî têk çûyina AKP-MHP girîng e. Ev ne tenê têkçûyina wan hemê demê de dine têkçûyina dewletê. Ji ber ku ti kes bi qasî vana êrişî Kurdan nekirin. Ev çeka herî bi bandor a dewleta Tirk in.
Bêguman, ji aliyê fikir de, ew partiyên din ne cuda ne. Lê ev ne mesela niha ye. Piştî ku AKP-MHP ango Erdogan û Bahçelî têkçûn, ti kes nikare weke berê li hemberî Kurdan ewqas êrişan bike. Ji ber ku ew konsept û motivasyona wan dişke. Ne hêsane di demek kurt de xwe bidin hev.
Ji xwe, ev partî bêyî hêza Kurdan nikarin têk biçin. Piştî têkçûyinê ji bo Kurdan firsendên dîrokî derdikevin holê.
Ji bo vê yekê; kesên ku xwe weke Kurd dibînin, ji her demê zêdetir pêwiste girîngî bidin van hilbijartinan. Mil bidin hev, bibin yek, dev ji hesabên biçûk berdin. Kes nebeje ‘tiştek nayê guhertin’. Tişt bi xwe nayên guhertin, divê em biguherînin. Ji bo guhertinê xebat lazim in. Deng, parastina dengan, parastina îradeya gel pêwist e. Ji bo vê jî rêxistin bûyin û xwedî derketin pêwist e. Divê Kurd 24 Hezîranê xwe bidin nîşan dan. Encam çi dibe bila bibe ku Kurdan hêza xwe dan nîşan dan wê faşîzma wan qels bibe. Ji bo Kurdan rojên dîrokî
AMED DICLE
Dewleta Tirk li ber têkçuyinê ye. Ne em ew bi xwe dibêjin. Aboriya wan têk çû, siyaseta wan a derve têk çû, têkiliyên wan ên cîhanê re gelek qels in, bi hin hêzan re ne li hev in jî. Di nava xwe de perçe bûne, civaka xwe kirine çend beş û êrişî hev dikin. Ev hêj rojên baş in.
Bingeha vê meselê jî şerê li hemberî Kurdan e. Gelek kesan, gelek caran gotin, şer pere dixwaze. Eger şer hebe pere lazim e. Dewleta Tirk li hemberî Kurdan şerê qirkirinê dide meşandin. Ev şer di 2-3 salên dawî de hatiye asta herî bilind. Di vî şerî de tekonolojiyek mezin bi kar tînin. Ji bo vê yekê jî hemû derfetên xwe yên aborî pêşkêş dikin.
Bifikirin, di berîka we de 10 lîra pere heye. Ji bo ku vî pereyî zêde bikin ti proje wan wîzyonek we nîne. Lê her tim ji derve tiştan dikirin û vî pereyî xerc dikin. Piştî demekê pere namîne û aboriya we tê sifirê. Sîstema aboriya dewletan jî bi gotinên basît wiha dixebite. Tirkiye tiştekî bifiroşe derve, 20 tiştan ji derve dikire. Ji ver vê sedemê perê diçe derve û her ku diçe jî bê qîmet dibe. Ev jî dibe sedema têkçûyina aboriyê.
Her wiha, ji bo ku siyaseta xwe ya qirkirinê li ser Kurdan bidin dewam kirin bi hemû hêzên cîhanê re dikevin nava têkiliyan. Ji bo ku dinya dengê xwe ji wan re neke derfetên û dewlemendiyên xwe pêşkêş dikin. Li gel vê yekê jî weke me li jor got li dinyayê hatine tecrît kirin. Di vî warî de jî ne serkeftî ne.
Ji xwe li hûndir jî bi hev ketine. Ji ber van sedema îro diçin hilbijartinan. Encama hilbijartinan çi dibe bila bibe ev dewleta Tirk bi hêz nake, wê bi qelstir bike. Eger desthilatdariya AKP-MHP têk biçe û rêveberiyek aqilane were, wê demê dikarin hin tiştan bidin hev. Lê eger ev rêveberiya nû jî li hemberî Kurdan heman siyasete bide meşandin wê demê wê heman pirsgirêk dewam bikin. Ev yek jî wê dewleta wan qelstir bike.
Ji ber vê yekê, îro roj roja Kurdan e. Kurdan ti carî dewleta Tirk ewqas tengav nekiribûn. Ev yek wê di hilbijartinan de jî xuya bike. Bêyî deng û hêza Kurdan ti hêzek nikare li Tirkiyê planên siyasî çêbike. Êrişên wan hemî vala ne, ew bi xwe jî hêza Kurdan baş dizanin.
Ji bo ku Kurd vê tengaviya dewletê, van derfetên heyî bi kar bînin hilbijartin firsendek e. Hilbijartin her tiştî çareser nake. Lê dikare gelek deriyan veke. Ji bo Kurdan beriya her tiştî têk çûyina AKP-MHP girîng e. Ev ne tenê têkçûyina wan hemê demê de dine têkçûyina dewletê. Ji ber ku ti kes bi qasî vana êrişî Kurdan nekirin. Ev çeka herî bi bandor a dewleta Tirk in.
Bêguman, ji aliyê fikir de, ew partiyên din ne cuda ne. Lê ev ne mesela niha ye. Piştî ku AKP-MHP ango Erdogan û Bahçelî têkçûn, ti kes nikare weke berê li hemberî Kurdan ewqas êrişan bike. Ji ber ku ew konsept û motivasyona wan dişke. Ne hêsane di demek kurt de xwe bidin hev.
Ji xwe, ev partî bêyî hêza Kurdan nikarin têk biçin. Piştî têkçûyinê ji bo Kurdan firsendên dîrokî derdikevin holê.
Ji bo vê yekê; kesên ku xwe weke Kurd dibînin, ji her demê zêdetir pêwiste girîngî bidin van hilbijartinan. Mil bidin hev, bibin yek, dev ji hesabên biçûk berdin. Kes nebeje ‘tiştek nayê guhertin’. Tişt bi xwe nayên guhertin, divê em biguherînin. Ji bo guhertinê xebat lazim in. Deng, parastina dengan, parastina îradeya gel pêwist e. Ji bo vê jî rêxistin bûyin û xwedî derketin pêwist e. Divê Kurd 24 Hezîranê xwe bidin nîşan dan. Encam çi dibe bila bibe ku Kurdan hêza xwe dan nîşan dan wê faşîzma wan qels bibe.