Welatiyê bi navê Hidir Ercan ji bo zarokên wî bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin 10 salin têkoşînê dide û daxwaznameyên ji Serokwzaretiyê û Wezareta Perwerdehiyê re şandin jî an bê bersiv man û an jî bersivnên neyînî jê re hatin dayîn. Rewşa Ercan DÎHA'yê jî berê anîbû rojevê. Hidir Ercan ji ber ku perwerdehiya zimanê zikmakî nadin 2 salin zarokên xwe naşîne dibistanê û li malê ew zarokên xwe perwerde dike. Hidir Ercan daxwaznamyên ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî ji Wezareta Perwerdehiyê re şandin vê carê bersiveke mirov bêje "erenî" hate dayîn.

Piştî Dersîm têkoşîna Welat
Hidir Ercan xwedî 6 zarokên bi navê Ocalan, Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz, Şoreşger Berîtan, Dersîm û Welat Şervan e û têkoşîna ji bo navê "Dersîm" da ya hiqûqî qezenc kir. Niha jî ji bo Welat Şervan têkoşînê dide. Ji ber tîpa "W" Welat Şervan, 8 sale bê nasname dijî. Ercan ji bo navê "Welat" bi biryar têkoşînê dide. Hidir Ercan ji bo navê zaroka xwe "Dîlan" bike "Dersîm" serî li 7'emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Bakirkoyê da. Heyeta dadgehê di 27'ê tîrmeha 2011'an de ji ber ku "ji navên eşîr û kabîleyan têkiliya wî heye" redkiribû. Parêzerê Ercan biryar bire temyîzê. 18'emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî red kir û xwest ku navê malbatê bê qebûlkirin. Li ser vê yekê di 4'ê nîsanê de li 7'emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Bakirkoyê carek din doz hate dîtin û biryara navê "Dîlan" weke navê "Dersîm" bê dayîn qebûl kir. Ercan piştî 45 roj pêvajoya zagonî bi dawî bû dê li ser nasnameyê navê Dersîm binîvîse. Ercan, ji bo navê Welat jî heta tê nivîsîn dê têkoşînê bide û heke navê Welat neyê qebûlkirin dê wi bi nasname bide jiyîn.

Daxwazname û bersiv
Ercan jı sala 2010'an heta niha ji bo 6 zarokên xwe têkoşîna zimanê zikamkî dide û ji ber vê yekê 6 zarokên xwe naşîne dibistanê û dibistanê boykot dike. Ercan li malê perwerdehiya bi Kurdî û tirkî dide zarokên xwe. Ercan li aliyekî bi perwerdehiya zarokên xwe re eleqedar dibe û li aliyê din jî têkoşîna hiqûqî ya "perwerdehiya zimanê zikmakî" dide Ercan, di 26'ê adara 2012'yan de ji bo zarokên wî perwerdehiya zimanê zikmakî bibînin ji Wezîrê Perwerdehiyê Omer Dînçer re ev daxwazname şand: "6 zarokên min ên biçin dibistanê hene. Zimanê me yê zikmakî Kurdî ye. Ji ber ku perwerdehiya zimanê zikmakî nadin zarokên min 2 salin ez zarokên xwe naşînim dibistanê. Ez li malê perwerdehiya Kurdî didim zarokên xwe. Daxwaza min ew e ku cihên Kurd lê dijîn zimanê Kurdî bibe perwerdehiyê yê fermî. Divê perwerdehiya bi Kurdî bê dayîn. Navên zarokên min; Ocalan Ercan, Mazlum Dogan Ercan, Mahsum Korkmaz Ercan, Şoreşger Berîtan Ercan, Dersîm Ercan û ji ber ku nasnameyê nadin Welat Şervan Ercan in. Ji bo ku perwerdehiya zimanê zikmakî bidin zarokên min ya pêvîst bê kirin. Komîyoneke girêdayî MEB'ê bê malê lêkolînan bike û ji bo çareseriyê xebatan bike."
Di 13'yê nîsana 2012'yan de ji aliyê Serokatiya Lijneya Terbiye û Talîman a Wezareta Perwerdehiya Neteweyî bersiv hate dayîn. Di bersiva bi îmzaya Serokê Daîreya Polîtîkayan û Pergala Perwerdehiya Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî Zafer Çelîk hate dayîn de wiha hate gotin: "Daxwaznameya we ji aliyê serokatiya me ve hate lêkolînkirin û têkildarî daxwaz we de dê di xebatên pergala me ya perwerdehiyê de li bar çavan bên giritn."
Hidir Ercan piştî vê bersivê daxwaznameya duyemîn ji Wezareta Perwerdehiyê re şand. Ercan di daxwaznameya di 11'ê gulana 2012'yan de şand jî wiha got: "Ez Hidir Ercan, zimanê zarokên mikn Kurdî ye. Min berê têkildarî perwerdehiya Kurdî de daxwazname şandibû û ji min re bersiv hat. Lê daxwaza min ew e ku komîsyonek bê ji bo perwerdehiya bi Kurdî ya zarokên min xebatekê bike ye. Pêdivî pê hebe em dê vegerin cihê em lê hatin dinê Mêrdînê. Li wir piranî Kurd dijîn û divê zimanê fermî Kurdî be. Divê perwerdehiya Kurdî bê dayîn. Ev daxwaz ya hemû gelê Kurd e. Hemû kes dixwaze bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdehiyê bibîne. Ez dixwazim daxwazên min bên bi cih anîn."
Ercan di 20'ê gulanê de li ber Lîseya Galatasarayê bi zarokên xwe daxuyanî dabû çapemeniyê û diyar kiribû heke mafên perwerdehiya zimanê zikmakî neyên dayîn dê Tirkiyeyê terk bikin û biçin Herêma Federal a Kurdistanê û wiha got: "Divê pirsgirêk bi bingeha biratî û aştiyê bê çareserkirin. Divê li Tirkiyeyê ji bo ev şer bi dawî bibe divê hemû kesê bê cem hev. Bila neyê ji bîrkirin ku tu ziman bi ser zimanek din re nîn in. Tirkî rumeta tirkan e. Kurdî jî rumeta Kurdan e."


ÎBRAHÎM ASLAN - DÎHA/STENBOL