
Konferansa Ziman a Neteweyî ku ji bo pirsgirêkên ziman lê were nîqaşkirin û di aliyên hevpar ên ziman de lihevkirineke derkeve holê li Amedê li Navenda Çanda Ciwanan a Cîgerxwînê ya Amedê tê lidarxistin bi xwendina sirûda Ey Reqîp duh dest pê kir. Tevî siyasetmedarên Kurd, endamên Kurdî-Der, Enstîtuya Kurdî, Komîsyona Ziman a KCD’ê, Komeleya Nivîkarên Kurd û akademîsyen, zimanzanên Kurd ên ji rojava û rojhilatê Kurdistanê, Herêma Fedaral a Kurdistanê, Qafqasya, Ewropa û Qanada bi giştî zêdetirê 200 kes amade tevli konferansa ku duh dest pê kir û dê 4’ê adarê bi dawî bibe didin.
Ji bo kersên beşdar û mêvanan klasoreke taybet a ji bo konferansê hatibû amadekirin jî hat belavkirin ku di nav klasorê de bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî bername, bloknotek, pênûsek û broşûreke ku TZPKurdî amade kiriye û rojnameya me Azadiya Welat hebûn.
Divê bibe zimanê fermî
Konferansa Ziman a Neteweyî bi axaftina Hevserokê Kongra Civaka Demokratîk Ahmet Turk dest pê kir. Turk di axaftina xwe de xêrhatin û spasiyên xwe pêşkêşî beşdar û mêvanên konferansê kir. Turk diyar kir ku zimanekî ji bo pêş bikeve bes ku bibe zimanê perwerdeyê jî têrî nake, lazim e ku ew ziman di her qada jiyanê de were axaftin û wiha got: “Lazim e ku Kurdî hem bibe zimanê perwerdeyê hem bibe yê çand û hunerê, hem bibe zimanê nasnameyê û ligel van jî lazim e ku bibe zimanê fermî. Heke ku ev yek pêk neyê dê ev ziman tune bibe.” Turk di axaftina xwe de bertek nîşanî gotinên alîkarê serokwezîr Bulent Arinç ku gotibû; ‘zimanê Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye’ da û axaftina xwe wiha domand: “Zimanê Kurdî bi sedan salan di medreseyan de wekî zimanê perwerdeyê hat bikaranîn.Zimanê Kurdî gelek edîb û rewşenbîrên wekî Baba Tahirê Uryan, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û hwd gihandiye.”
Divê ku domdar be
Piştî Ahmet Turk ji rojhilatê Kurdistanê zimanzan Mesud Şemsizad axivî. Şemsizad diyar kir ku lidarxistina konferanseke ev çend bi eniyeke berfireh tê lidarxistin gelek girîng e û lazim e ku danûstandinên bi vî rengî di nav Kurdan de bi awayekjî domdar were lidarxistin. Ji rojavayê Kurdistanê zimanzan Îzeddin Abdullah jî di axaftina xwe de balê kişand ser rewşa Rojhilta Navîn û bi bîr xisat ku bi pêşketina Bihara Ereban re Kurdên Rojava jî li Sûriyeyê ji bo pergala xwe ya Xweseriya Demokratîk ava bikin gelek di nav hewldanan de ne û ligel vê jî ji bo pêşxistina zimanê Kurdî gelek dibistan vekirine.
Ji Herêma Federal a Kurdistanê zimanzan Kakamen Botanî di axaftina xwe ya ku bi zaravayê soranî kir de li ser girîngiya konferansên ziman rawestiya. Botanî di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo sûd ji xebatên bi vî rengî werin girtin domdarî û danûstandin girîng in û behsa xebatên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistan yên di warê ziman de kir.
Kurdî zimanê zanîn û medeniyetê ye
Di rûniştina yekem a konferansê ku di bin sernavê ‘Di Pêkhayeta Yekitiya Neteweyî de Rista Ziman’ hat lidarxistin de moderatorî Osman Ozçelîk kir û wekî axêfger; ji Zanîngeha Amsterdamê Prof. Michiel Leezenberg, Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan, Elî Qasimî, Hêmî Ebdulhemîd Shamis tevli rûniştinê bûn.
Prof Leezenberg li ser ‘Rista Zanîna Ziman li ser Pêşketina Nasmaneya Neteweyî avivî. Leezenberg diyar kir ku zimanê Kurdî ne tenê zimanê gundî û koçberiyê ye her wiha zimanê medeniyetê ye. Leezenbergê ku di axaftina xwe de li ser siyaseta ziman sekinî bi bîr xist ku di dema Osmaniyan de siyaseteke ziman a desthilatdariyê tune bûye û ji cîhanê jî mînakan da. Prof. Leezenberg di axaftina xwe de li dij teoriya nasnameya neteweyî cara yekem bi kapîtalîzmê re derketiye holê, derket û got ku di sedsala 18’an de jî behsa nasneya neteweyî hatiye kirin. Prof Leezenberg destnîşan kir ku ji bo pêşketina zimanê Kurdî medrese rola katalîzoriyê lîstiye û anî ziman ku Kurdî di medreseyan de bi helbestê pêşketiye û zimanê medreseyan ê perwerdeyê jî bi kuurdî bûye ango Kurdî zimanê zanîn û felsefeyê jî bûye. Prof Leezenberg di dawiya axaftina xwe de dubare anî ziman ku zimanê Kurdî zimanê medeniyetê ye û berî 2 sed salan li bakurê Kurdistanê Kurdî di medreseyan de hatiye standatkirin.
AMED