Saziya Zimanê Kurdî li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo dibistana bi navê 'Şehîd Rojîn' bi merasîmekê ku bi dehan kes lê amade bûn, vekir. Di berdewama şahiyê de bawernameyên zimanê Kurdî  li mamosteyên ku perwerdeya xwe bi dawî kirine, hatin belav kirin.‬ Helbestvanê Kurd Ferhad Merdê gurzek helbest gotin‫.‬  Şahî bi stranên û dîlanên mamosteyan ve bi dawî bû‫.‬
Şaxa Saziya Zimanê Kurdî li taxa Enteriyê ji bo vekirina dibistana zimanê Kurdî ya bi navê 'Rojîn' merasîmek organîze kir. di merasîmê de bi dehan endamên saziyê, dayîkên şehîdan û welatiyên taxê amade bûn. Endama SZK'ê Gula Hesan axivî û diyar kir ku fêrbûna zimanê zikmakî ji bo gelan xwedî girîngiyeke pir mezin e û bal kişand ser siyaset rêjîma Baasê ya li dijî axaftin, xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî û siyasetên qirkirinê ku di derheqê gelê Kurd ê Rojava de dihate meşandin. Gula Hesan kar û xebatên SZK'ê yên ji bo pêşxistina zimanê Kurdî birî xistin.

Di dawiya merasîmê de beşdaran li ber dengê stranên netewî û şoreşgerî govend gerandin. Dibistana Şehîd Rojîn duyemîn dibistan li taxa Enteriyê û Şeşemîn dibisitana zimanê Kurdî ku  li bajarê qamişlo hatiye vekirin e. Dibistan bi armanca ku hemû kes fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî bibin.

QAMIŞLO