Ji rojnameya Welat Zeynel Bulut û Semîha Alankuş li Mêrdînê bi siyasetvanê Kurd Ahmet Turk re peyivîn. Me beşa yekê ya vê hevpeyvînê ku elaqedarî Yekîtiya Neteweyî û Kongreya Neteweyî bi hemam rengî weşand. Di beşa diduyê mijarên derketin pêş em li jêr ji bo we xwînerên xwe vediqetînin. Siyasetvanê Kurd Ahmet Turk di vê başê de Şengal, Kerkûk, Rojava, referanduma li Başûr û bi van mijaran re elaqedar rewşa kurdan nirxand.

Turk elaqedarî rewşa Şengalê û Êzîdiyan got, "Dînê Şengalê li cem me pîroz e, ji ber ku bêhna Kurdîtiyê jê tê. Ji ber vê divê em rêzê bigirin ji ol û statuya Şengalê re. Di dîrokê de gelek caran Kurdên Misilman li cem fermandaran êrîşî gelê Êzîdî kirine. Lê îro di siyaseta nûjen de Êzîdî dixwazin serxwebûn û azadiya xwe bi dest bixin. Lê desthilatdar rêzê nîşanî vîn û ola Êzîdiyan nadin ji ber vê jî kêmasî çêdibin. Îro gelê Êzîdî bi alikariya siyaseta nûjen bi alikariya PKK’ê ji bo xwe rêxistin bikin û ji bo parastina xwe ketine pêvajoyeke din û ev jî me kêfxweş dike." 


Dijmin yekîtiya Kurdan naxwaze

Turk îşaret bi helwêsta dijminana a dewletên cîran kir û li ser yekîtiya Kurdan got, "Îro Tirk naxwazin Kurd bigihîjin statuyekê, dixwazin Kurd bêdeng bin, dixwazin Kurd şexsiyeta xwe ji dest bidin. Em li Îranê binêrin dibêjin bekaya dewletê. Yanî em Kurdan bêdeng bikin, bêderfet bikin, bêheq û bêmaf bihêlin. Kurd dizanin, Sûriye, Îran, Tirkiye ji bo paşeroja Kurdan tarî bikin plan û projeyan çêdikin. Li ser gelek tiştan cuda difikirin lê li ser Kurdan heman tiştan difikirin." 

Li ser mijara girîngiya yekîtiyê jî Ahmet Turk wiha dewam kir: "Mecburî divê yekitî pêk were. Niha KNK xebatekê dimeşîne bi hemû partiyan re hevdîtinan dike. Kesên ku li hemberî yekitiyê derkeve, hêza wî çiqas zêdebe jî ez bawer dikim ew ê di demeke kin de têk biçe. Ji ber ku yekîtî daxwaza gel e. 

Heger projeyeke gel be, çi dibe bila bibe, ew ê were rojevê û ew ê pêk were. Lê em jî dizanin alozî hene bandora hinek kesên dilnexwaz li ser heye lê roj bi roj ew ê bête nîqaşkirin bê ka çima Kongreya Neteweyî pêk nayê. 

Divê em berjewendiyên kesî, partî û siyasî nedin pêşiya paşeroja gelê Kurd. Dema bi vê hişmendiyê xebat bên meşandin ez bawer dikim hemû jî wê karibin hevdu qanih bikin. 

Dema siyaset li pêşiya gel planek yekitiyekê ava bike tu pirsgirêk nîne. Yekitî jî,  tifaq jî wê çêbin. Ev heqîqetek e, ti gel bê rêxistin nagihije armanca xwe. Sazî û siyasetmevanên me pirr in, lê projeyeke hevbeş tineye. Ji bo vê ye ku em Kongreya Neteweyî hertim tînin ziman." Turk wekî din got, beriya referandûmê statuya Şengal û Kerkûkê girîng e. 


  NAVENDA NÛÇEYAN