Li ser bangawaziya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi boneya rawestandina operasyonên leşkerî, di meha tebaxê de li Şirnex, Slopya, Colemêrg û Çelê meş hatin lidaxistin. Li gundê Narli yê navçeya Çelê, leşkeran bi bombeyên gazê êrişê meşê kirin. Di encama bombeya gazê de Yildirim Ayhan jiyana xwe ji dest da. Lê hate zanîn ku heta niha rayedaran der barê bûyerê de tu lêpirsîn nedane destpêkirin.
Hevjîna Yildirim Ayhan, Nebahat Ayhan daxuyanî da ANF’ê û diyar kir ku kuştina hevjînê wê “hovitî” bû û got ku heta niha tu rayedarên dewletê nehatine sersaxiya wana jî. Nebahat Ayhan got; “Hevjînê min dixwest şer raweste, lê bû qûrbanê şer. Got bila ‘êdî dayîk, ewlaq û zarok negirîn’ û çû Çelê. Hevjînê min ê bê çek li wir kuştin. Niha jî dayîk, zarok û hevjîna wî digirîn. Ez dixwazim kujerê ku bombeya gazê li hevjînê min xist û kuşt, bê peydakirin”. Ayhan da diyarkirin ku heta niha tu rayedarên dewletê der barê bûyerê de tu agahî nedane û ne jî lêpirsîn vekirine.

Ayhan diyar kir ku dewlet neçar e ku ceza bide kujerên bavê Eylula 7 salî û Erenê 3 salî û got; “Hevjînê min hatiye qetilkirin.” Nebahat Ayhan ragihand ku ew dixwazin meseleyê bibin dadgehê, lê rewşa wan a aborî têrê nake û pêşî BDP, bang li hemû sazî û rêxistinên bihîstyar kir ku alîkarî bidin wan.

WAN