Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî der barê armanca heyetê de agahî da û diyar kir ku ew li ser banga leşkeran dixwazin 2 jê leşker 3 kesên ku hatine dîlgirtin wergirin û bi awayekî sax û slamet teslîmî malbatdan bikin. Turkdogan, anî ziman ku di nava heyeta wan de bavê leşkerê dîl Abdullah Sokçeler Veysel Sokçeler û hunermend Ferhat Tunç jî heye. Turkdogan, da zanîn ku dê KESK û TTB jî piştgiriyê bide heyetê.
Dê serî li wezaretê bidin
Turkdogan, da zanîn ku ew dê li ser armanc û kesên di nava heyetê de cih bigirin bi daxwaznameyekê serî li Wezîrê Karên Hundir bidin û bi rêya çapemeniyê bang li PKK’ê bikin. Turkdogan, xwest operasyon rawestin û wiha got: „Ji bo em karibin êsîran bi awayekî sax û silamet teslîmî malbatan bikin, divê berî her tiştî operasyon bi dawî bibin. Em niha bang li hikûmetê dikin û em dê li berda bersîva wan bin. „
Bavê leşkerê dîl hatiye girtin Abdullah Sokçeler Veysel Sokçeler jî anî ziman ku ew êdî dixwazin ev xwîn raweste û wiha got: „Ez tenê dixwazin ku ev xwîn raweste û êdî hêsir bes bibarin. Ez dixwazin zarokên xwe sax teslîm bigirim. Es ji hikûmetê û PKK’ê vê yekê dixwazim.“
DÎHA/STENBOL