Şaredarê Sêrtê Selim Sadak, Hunermend Ferhat Tunç, Serokê Gişti yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî, der barê kesên ku ji aliyê HPG'ê ve dîl hatin girtin li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di daxuyaniya ku ji bo serbesterdana efser Abdullah Sopçeler, çawîşê pispor Zîhnî Koç, Namzetê Qeymeqamê ku li Mûşe hate girtin Kenan Erenoglu, karmendê polîsan ê li Wan û Sêrtê hatin girtin serbest bên berdan bang hestiyariyê hate kirin. Di civînê de Şaredarê Sêrtê Selim Sadak, xwest operasyon bi dawî bibin. Hunermend Ferhat Tunç, jî anî ziman ku ger operasyon bi dawî bibin û leşker serbest bên berdan ev yek dê dîyariya aştiyê be.
Di civîna çapemeniyê de nûnerên TTB, KESK, Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê, Navenda Çanda Anatolu ya Haci Bektaşî Velî, MAZLUMDER û gelek saziyên sivîl ên civakî piştgirî dan. Di daxuyaniyê de Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan, bal kişand ser gotina lîstikvanê berê Tanju Çolak a "Ez jî dê di heyetê de cih bigirim" û wiha got: "Edî pirsgirêkên Tirkiyeye bi tundiyê û pevçûnan çareser nabin. Divê pirsgirêka Kurd bi aştî û diyalogê çareser bibe. Em naxwazin li Tirkiyeyê pirsgirêka leşkerên dîlgirtî mezin bibe û ji bo ku leşker serbest bên berdan jî divê şert û merc bên avakirin."
Şaredarê Sêrtê Selim Sadak wiha got: "Divê dawî li kuştin, operasyon, girtin û binçavkirinan bê. Di vê pêvajoya ku aştî tê axftin de ev geşedanên dawî li dijî aştiyê ye. Em mudaxaleya polîsan a li dijî girseya Taksimnê jî rast nabînin. Ev rê li pêşiya aştiyê digire. Gelek kes dixwazin ku piştgiriyê bidin ve hewldana me. Lê divê firset bê dayîn û rê li pêşiya heyetê bê vekirin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd dê bi aştî, diyalog û muzakereyan çareser bibe."

Banga ji bo leşkeran 
Ji bo leşkerên ku ji hêla PKK'iyan ve dîl hatine girtin serbest bên berdan Hunermend û Saziyên sivîl ên civakî li ser xwesteka malbatên leşkeran ketin nava tevgerê. Hunermend Ferhat Tunç û Oktay Kandemir ji bo leşkerên dil hatine girtin serbest bên berdan daxuyanî dan û banga hestiyariyê li raya giştî kirin. Ferhat Tunç da zanîn ku her roj malbatên leşkeran li wan digerin û dixwazin ji bo leşker serbest bêne berdan em bixebitin û wiha got: :"Banga me ne ji bo Hikumeta AKP'ê ye. Banga me ji bo PKK'ê ye. Em dixwazin xwestekên gel jî li ber çavan bêne girtin û li gorî wê biryar bê dayin." Tunç balkişand ser buyerên ku li Stenbolê derketin û wiha pêde çû: "Tê xwiyakirin dê pêvajoyek gelek zor û zahmet destpêbike.

Rêveberê Federasyona Alewî û Bektaşiyan Oktay Kandemîr jî xwest hestirên çavên dayikan nerijên û got:"Serokwezîr jî hêlekî ve vekirina dike û ji hêla din ve jî şer gur dike. Kandemîr da zanîn ku ewê di rojên pêş de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd kampanya aştiyê destpêbikin.

DÎHA/ENQERE