
Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk ji bo hevdîtina rapora Tirkiyeyê ya ku dê li bajarê Strasbourgê di Lîjneya Giştî ya Paralamentoya Ewropayê de bê dîtin, çûbû Ewropayê. Turk beşdarî civîna gel ya ku ji hêla Navenda Çanda Mezopotamyayê ve hatibû amadekirin bû. Civîna ku nêzî 200 kesî beşdar bûbûn de, Turk der barê serlêdana xwe ya PE’yê de agahî da û pirsên der barê pêvajoya siyasî de jî bersivand.
Turk di axaftina xwe de destnîşan kir ku Kurdan di paşeroja xwe de tu carî di şer de winda nekiriye û hemû carî di siyasetê de winda kirine. Turk aşkera kir ku divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de nekeve rehawetê û ji ‘her tiştî re nebêje tamam’ û wiha pêde çû: “Em him ji gelê xwe û him jî bi xwe bawer in. Divê di vê pêvajoya nû de gelê Kurd bi awayekî aktîf xwe tevlî siyasetê bike.”
Hevserokê KCD’ê aşkera kir ku daxwaz û gotinên wan zelal in û bal kişand li ser makeqanûneke ku maf û azadiyên gelê Kurd hildide bin ewlehiyê. Turk diyar kir ku KCD û BDP yekitiyê esas digirin û hewlesta CHP’ê jî rexne kir. Turk wiha axivî: “Heke CHP’ê ji bo gelên bindest û mafê mirovan têbkoşiya, dê aştî hê zûtir biketa rayê xwe. Êdî aştiya bi Kurdan re pêdiviyek e. Dewlet jî vênê dizane. Pirsgirêka Kurd ne wekî pirsgirêka Kibrisê ye. Ne pirsgirêka 70 hezarî, pirsgirêka 40 milyon gelekî qedîm e û êdî Tirkiye rola gelê Kurd ya li Rojhilata Navîn nikare înkar bike.”
Helwesta Kurdan zelal e
Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk di axaftina xwe de diyar kir ku di serî de mafên elewiyan û hemû komên cûda jî li ber çavan digirin û bal kişand ser hin antî-propakandayên ku di demên dawî de tên kirin. Turk bi lêv kir ku Tevgera Azadiya Kurd di têkoşîna 40 salî de helwesta xwe ya li hemberî gelên bindest û baweriyan zelal kiriye û wiha pêde çû: “Tevgera Azadiyê ne tenê ji bo mafê gelê Kurd, ji bo mafê hemû gelê bindest têdikoşe. Di vî hêlê de partiya herî dawî bê rexnekirin partiya me ye.”
Turk di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku di nava BDP’ê de û di partiyên din de jî tu carî di navbera gelên wekî ewelî-sunî, êzidî, suryanî û ermeniyan de cûdahî nehatiye kirin û ev tişt got: “Gelek siyasetmedarên elewî li Kurdistanê wekî şaredar û parlamenter hatine hilbijartin. Lê CHP îro elewiyan li dijî gelê Kurd sor dike. Lê CHP’ê ji bo elewiyan çi kiriye.”
Turd di dawiya axaftina xwe de aşkera kir ku demokratîkbûyîn li dijî tu nasname, ol û civakê nabe asteng û diyar kir ku ew dê di vê çarçoveyê de têkoşîna xwe berdewam bikin.
ANF/STRASBOURG