KNK'ê ji ber wefata nivîskar, wergêr û lêkolînerê Kurd Mihemed Mela Kerûm Muderîs, sersaxî ji malbatê re xwestin. Komîsyona ziman, çand û perwerdeyê ya KNK'ê, ji ber wefata nivîskar, wergêr û lêkolînerê Kurd Mihemed Mela Kerûm Muderîs peyamek weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku Mela Kerîm ji ber helwestên xwe yên neteweyî, welatparêzî û tevlîbûna xwe li nava bizava siyasî, gelek caran ji aliyê dewletê ve hat girtin. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em serxweşiyê li gelê xwe, li malbata mamoste dikin û dibêjin, ser sax bin û ruha wî şad û kamîran be û bi dil û can dibêjîn Mala te ava."
BRUKSEL