Bi armanca sersaxî xwestinê ji malbata nivîskarê Kurd Xelîl Kalo ku di 15’ê Îlonê de ji ber nexweşiyeke dijwar jiyana xwe ji dest dabû, bi sedan welatiyên Kantona Cizîrê serdana konê sersaxiyê ya li cihê jidayîkbûna wî li gundê Dêrna Qulinga ya devera Aliyan a Tirbespiyê kirin û sersaxî ji malbata wî re xwestin.
Di merasîma sersaxiyê de şandeyên Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê û gelek serokên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn.
Di merasîma sersaxiyê de Seroka Desteya Çand û Hunerê Bêrîvan Xalid, li ser navê Partiya Demokrat a Kurd “Yekîtî” Hejar Elî, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Serokê Desteya Karên Hundir a Kantonê Kenan Berkat, li ser navê Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Tirbespiyê Keder Hisên û li ser navê malbata nivîskar Hebûn Kalo axivîn.
Di axaftinan de kurtejiyana nivîskar Xelîl Kalo û xizmetên wî di aliyên vejandina çanda Kurdî de hate vegotin. Her wiha destnîşan kirin ku Xelîl Kalo fikr û pênûsa xwe kiribû xizmeta doza gelê Kurd û di hemû nivîsên xwe de parastina çanda Kurdî dikir.
Her wiha endamtiya sembolîk ji hêzên YPG’ê wergirt.
ANHA/TIRBESPIYÊ