Şeva piştgirtinê li Mêvanxaneya Şaredariya Êlîhê ya li Esentepeyê pêk hat. Di şevê de malbatê girtiyan, rêveberên dildar, KURDÎ-DER, MEYA-DER, ÎHD, nûnerên rêxistinên saziyên civakî yên sivîl amade bûn. Beriya xwarin dayînê Serokê Şaxa Petrol-Îş û Serokê rêveberiya dildar Mustafa Tekik ji bo wateya şevê axaftin kir. Tekik, bi bîr xist ku malume ku her kes pê dizane li Êlîhê 6 operasyon KCK’ê mezin pêk hatine û di encama van operasyonan de bi sedan hevalên wan hatin girtin. Tekîk, diyar kir ku rêxistina BDP’a Êlîhê anîne rewş û halê ku nikaribe bi xebite. Tekîk, da zanîn ku bi operasyona dawî re ku 24 hevalên wan hatin girtin gelê Êlîhê û rêxistinên saziyên civakî yên sivîl bi çalak jî li hember van êrîşan rêveberiyê pêk anî û wiha got: “Di vî bajarî de gel û hemû derdorêm demokrat xwedî li rêveberiya xwe derket û dê derbikeve jî. Em ê ji niha şûn ve şevên piştgirî û şahiyên wiha pêk bînin. Bi vî awayî em ê ji van girtinên dij hiquq re bêjin bisekine û bes e.”
Piştî axaftinê ji bo hemû malbat û mêvanan xawarin hate dayîn û îkramkirin.
DÎHA/ÊLÎH