MAHMUT SEVEN

 

Mam Zekî mirovekî rûken bû, heval bû, bav bû, bira bû, di tengasiyede dost,di tariyê de ronahî bû.

Ew li derve li kêmasiyan nedigeriya, berê ji xwe dest bi lepirsîne dikir. Ev zelal dikir û li gorî wê xebate xwe dikir. Xwedî armanc bû, bi armanca xwe bawer bû û tim li rêyên bigihe armanca xwe digeriya. Li gorî wê, wî xwe perwerde dikir. Dîroka xwe, ya Kurdistanê û ya Şengalê nas dikir. Bi gelê xwe û baveriyên wî baş zanîbû. Ji bo azadiya wan û avakirina civateke hemdemî pêşî xwe bi rêxistin kir û ev roj bi roj li derdora xwe bela kir.

Ew li ser şopa heqîqetê bû û tim lê digeriya. Di bin her şert û mercî de eşqa heqîqetê ji dest bernedida. Jiyana wî jî li gorî vê yekê bû. Wî zanistî, heqîqet û jiyana li gorî wê di kesayetiya xwe de kiribû yek.

Dema xiyanet li Şengalê hat kirin, ew çû xaka pîroz. Bi bawerî û bi zanistiya xwe gel civand. Ew li wir bû hêvî, bû roj. Di avakirina komên rexistinî û parastina gel de berpirsiyarî girt ser xwe. Ew bi xebata xwe bû bingeha edalet û aştiya nav gel.

Şengala pîroz ew himbêz kir û Şengalê re bû yek. Ji 15´ê Tebaxê ve, êdî navê Şengalê û Mam Zekî wê bi hev re bên hildan. Bîranîna wî bi avakirana Şengala xweser û azad dibe.

Şerê wî yê herî mezin li dijî paşverûtiya civakê bû. Civakeke di nava xwe de genî bibe, nikare bi peş ve biçe. Li hemberî vê, wî cihê xwe digirt di nava avakirina civakeke hemdemî xwedî erk û armanc li ser bingeha demokrasiyê û mafen mirovan. Civakeke ku karibe xwe biparêze û li mafê xwe xwedî derkeve, karibe pirsgirêkên xwe bi serê xwe çareser bike.

Mam yan jî mamoste bû ji bo me. Mamoste û hevrêyê me ye.

Li ser xaka Şengalê bi rûyê xwe yê bi ken, li me mêze dike. Ev berpirsiyariyeke pirr mezin e. Koordînasyona Civaka Êzîdî, YPS, YPJ, û tevahiya komên civakî ên li wir bi pêşnegî û rêberiya wî dimeşin.

Tê gotin, zanebûn, kirin e. Mam Zekî ev bû. Ji ber wê yekê jê dihat hezkirin.

Stêrkek ji ezmanan xuricî, parçeyekî dilê me hat jekirin.