
Sazî û organîzasyonên Kurd ên li Almanyayê dixebitin û partiyên çar parçeyên Kurdistanê ji Serokwezîra Alman Angela Merkel re nameya vekirî şand. Di nameya ku 40 partî û saziyan îmze kir, îmzeya PDK, YNK, Goran, PDK-Î, Komala û PÎK jî heye.
Kurdan da zanîn ku divê Almanya li gorî dema nû siyaseta Kurd diyar bike û daxwazên xwe wiha anîn ziman: “Divê rêveberiyên xweser ên Rojava bên nasîn û li dijî welatên ku piştgiriyê didin DAIŞ’ê pêkanînên siyasî û dîplomatîk bên kirin. Her wiha divê êdî guh bidin daxwaza ‘qedexeya PKK’ê rakin’.
Di berdewamiya nameyê de hat gotin ku piştgiriya Almanyayê ya ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd a Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê wê fêdeyek mezin bide. Kopiyek van nameyen ji Wezîrê Karên Derve Frank-Walter Steînmeîer û Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere re hate şandin. Naveroka nameyê bi sernavan wiha ye:
Kêfxweşî ji bo alîkariyê
Nameyê wiha berdewam kir: “Em ji bo alîkariyê hikûmeta Almanya ji bo herêma Kurd a Iraqê gelek spas dikin. We di demeke gelek zehmet de piştgirî da gelê me. Her wiha Birêz Şansolye; wek ev hovîtî wek qirkirinê bi nav kir. Em vê helwesta we pîroz dikin. Sazî û rêxistinên me yên Kurd ên Almanyayê daxwazên me yên rewa bihêztir kiriye. Ev helwest di pêşerojê de qirkirinê hem di alî siyasî û hem di alî hiqûqî de wê bibe arenaya navneteweyî.
Pêşî li xebatên DAIŞ’ê bigirin
Bêguman li Kurdistanê ji bo aştiyeke mayîn de divê hêzên Kurd di polîtîkayek neteweyî de lihev bikin. Di encama êşa li Şengalê hatiye jiyîn de hêzên pêşeng ên Kurd di parastina Mexmûrê de bi hev re tevgeriyane. Vê îradeya berxwedana neteweyî ya gelê me bihêz kiriye. Em ji bo pêşketiya polîtîkayên lihevkirinê hewl didin. Di esas de li dijî welatên ku piştgiriyê didin DAIŞ’ê divê pêkanînên dîplomatîk û siyasî bên kirin.
Piştgiriyê bidin modela Rojava
Li Rojava Kurdan, Xiristiyan, Ereb û Çeçenan bi hev re di bin navê xweseriya demokratîk de modelek nû afirandin. Ev model xwe dispêrê yekîtiya cudahiyan. Di asta bilind a biryara Rêveberiya Kantonê de tên cem hev. Bêguman ev model dikare li hemû Sûriyeyê bê bikaranîn. Rojava xwe wek parçeyekî demokratîk ê Sûriyeyê dibîne. Modela Rojava çiqas derbasdar û ji bo pêşerojê girînge xwe nîşan dide.
Mixabin mirovên Rojava li dijî DAIŞ û El Nusrayê her tim li ber xwe da û bûn hedefa terora cîhandiyan. Ji bo hebûna xwe biparêzin bi tena serê xwe beyî ku piştgiriyê ji navneteweyî bigirin şer kirin. Divê Rojava di qada navneteweyî de bê nasîn û ev ji bo Sûriyeyek demokratîk rê nîşan dide. Ev ji bo berjewendiya hikûmeta Federal e jî.
Polîtikaya xwe biguherin
Li gel alîkariya leşkerî û mirovahî ya ji bo Kurdan, piştgiriya siyasî jî hewce ye. Lê ev di pirsgirêka Kurd de bi berdewamkirina polîtîkayên ku tên nîşan dan mimkun e. Alman divê di vê mijarê de biçe guherîna siyasetê. Di sedsala 21’ê de divê Ewropa û welatên Rojava mafên Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê nas bike.
Têkiliya Almanyayê ya bi Tirkiyeyê di mijara Kurd de li ser berjewendiyên Tirkiyeyê pêş ketiye. Lê di pirsgirêka Tirk-Kurdan de pir zêde tiştek neguheriye. Nifûsa Kurdan li Tirkiyeyê 25 mîlyon e, Kurdan polîtîkayên îmhayê ya Kurdan rakiriye. Ev du sale dewlet bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike. Divê ev rewş bê silavkirin û piştgirî bê dayîn.
Divê qedexe bê rakirin
Di sala 1993’yan de rewşa siyasî bi giştî guheriye. Hincetên qedexekirina PKK’ê ji zû ve li pey maye û hatiye derbaskirin. Di vê der barê de nîqaş di demên dawî de li Almanyayê tên meşandin. Li gorî me divê hikûmet deng bide vê. Dema ku alîkariya mirovahî û leşkerî ji bo Krudan tê kirin, ev rewş nikare bi qedexeya PKK’ê re li dijî siyaseta Kurd girtin û operasyon pêk bên. Em jî di wê baweriyê de ku ev polîtîka divê bê guhertin û divê qedexeya PKK’ê bê rakirin.
Almanya dikare roleke dîrokî bileyize
Em di wê baweriyê de ne ku bi pêngavên ku Almanya biavêje wê encamên erênî bên dest girtin. Em dizanîn ku bi peymana Sykes-Pîcot û Lozanê di parçebûna Kurdan de para Almanyayê heye. Van peymanan hebûna me kiriye pirsgirêk. Ji ber vê yekê Alman îro bi stratejiyeke nû dikare gleê Kurd wek gel nas bike.
Em careke din ji bo alîkariya wek ya ji bo Iraqê spas dikin û hêvî dikin ku li dijî hêzên ku qirkirinê pêk tînin têkoşîna we bilindtir bibe.”
Xwediyê nameya hevpar
KNK (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê), NAV-DEM (Navenda Civaka Demokratîk a Almanyayê), PDK (Partiya Demokratîk a Kurdistanê), PUK (Yekîtiya Welatparêzên Kurdistanê), GORRAN (Tevgera Guherînê), PYD (Partiya Yekîtiya Demokratîk), PCK (Partiya Sosyalîst a Kurdistanê), PDK-I (Partiya Demokratîk a Kurdistanê -Îran), PJAK ( Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê), KSDP (Partiya Sosyalîst Demokratîk a Kurdistanê), PIK (Partiya Îslamî ya Kurdistanê), KKP (Partiya Komunîst a Kurdistanê), Nûneriya Derveyê Welat a KOMALA, AKEE (Yekîtiya Karsazên Kurdan Ewropayê), FEDA (Federasyona Elewiyan a Demokratîk), FCIK (Federasyoan Civaka Îslamî ya Kurdistanê), FKE (Federasyoan Komeleyên Êzidi), GEA (Civaka Akademîsyenên Êzidi), KURD-AKAD (Tora Akademîsyonên Kurd), YXK (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê), UNA-KURD (Civaka Kurd ya NY’ê), Cenî – Buroya Aştiyê ya Jinan a Kurd, Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, Zagros Plattform, Koln, Civaka Kurd, Stuttgart, Komeleya Kurd a Almanyayê e.V./Mal, Komeleya Parastina Girtiyên Siyasî ya Îranê, Koln, Berlin-Civaka Kurd a Brandenburg
KOMAW, Kurdisches Zentrum (Navenda Kurd), Awadani, Dest- Dan, Rojava, Komeleya Rojavayê Kurdistanê Berlîn, Komeleya Bun, SOZIK..
Komeleya Jinûve avakirina Dêrsimê, Komeleya dij qirkirinê ya Dêrsimê a 37-38
Komeleya Kurmeş, Mala Gel a Kurdistanê, Berlin, Mala Gel a Kurdistanê, Hamburg
PERWER YAŞ/ANF/BERLÎN