Di civînê de derbarê mêtodên hînkirinê û rêbaza hevkariya di navbera herdu desteyan de gotûbêjkirin hatin kirin‫.‬Di çarçoveya hevdîtinên Desteya Karûbarên Jinan û Malbatê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê de bi desteyên herêmê re duh bi Desteya Perwerde û Hînikirin re civiya. Di civînê de seroka Desteyê Jinan û Malbatê Fatma Lekto û endamên Komîte perwerdekirina zarokan a girêdayî desteyê  û Desteya Perwerde û Hînikirin Riyaz Menle Mihemed û cîgirên herdu desteyan amade bûn‫.‬Di civînê de Fatma Lekto derbarê bingeh û rêbazên ku pêwîste metodên perwerdekirinê bêne çêkirin de axivî û diyar kir ku ji bo perwerdekirina nifşên nû û kadroyên perwerdekirina wan bêne zêdekirin divê xebat bêne kirin. Fatma Lekto di axaftina xwe de got ku pêwîste metodên wekî şêwekarî, mûzîk, stran û werzîşê bêne xurtkirin‫.‬Ji bo çespandina bingehên perwerdeyê Fatma Lekto da xuyakirin ku divê xalên wekî fêrkirina kesên bi temen mezin ji xwendin û nivîsê re, lidarxistina semîneran û zêdekirina metodên wekî exlaq berçav bêne girtin‫.‬Fatma Lekto di dawiya axaftina xwe de got ku pêwîste hemû şagirt di dibistanan de bêne bicihkirin û ti kes li derve nemîne‫.‬

Li aliyê din Serokê Desteya Perwerde û Hînikirin Riyaz Menle Mihemed axivî û diyar kir ku ew niha ji bo zêdekirina metodên Çand, Exlaq û Civaknasî dixebitin‫.‬Di dawiya civînê de ji bo şêwaza hevkariyê di navbera herdu desteyan de hate lihevkirin. 

EFRÎN