Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi peyama dîrokî ya ku di Newroza Amedê de ji raya cîhanê re aşkera kir û dest bi pêvajoya çareseriya rizgariya demokratîk kir. Piştî vê peyama dîrokî, KCK’ê li ser banga Ocalan di 23’ê Adarê de bi daxuyaniyeke dîrokî biryara agirbestê da.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de ji bilî gavavêtinê pêşniyara lidarxistina 4 konferansên ku li Amed, Hewlêr, Enqere û Ewropayê bên lidarxistin kir. Li ser vê pêşniyara Ocalan di serî de HDK û hemî sazî û partiyên Kurdan ketin nava hewldanê. Konferansa yekemîn ya bi navê Konferansa Aştî û Demokrasiyê li Enqereyê bi beşdariya zêdetirî 500 kesên ku ji beşên civakî yên cuda hatibûn dest pê kir. Di konferansê de li ser 3 mijarên wekî Heqîqet, Edalet û Hevrûbûn, Hiqûq, Paqijkirina Rê û Makeqanûn û Di Pêvajoya Muzakereyê de Civakîbûna Aştiyê û Siyaseta Demokratîk hatin nîqaşkirin.
Ewropa jî amade ye
Ji hemû heremên Tirkiyeyê û nûnerên ku ji Ewropayê hatibûn tevli konferansê bûn. Ji van kesên ku ji Ewropayê hat yek jê Murat Çakir bû. Çakir der barê konferansa ku li Ewropayê bê lidarxistin û xebatên wê de nêrînên xwe parve kir. Çakir diyar kir ku bi dehezaran welatî ji ber şerê qirêj a taybet sirgûnî Ewropayê bûn û ev tişt anî ziman: “Mixabin darbeyên leşkerî û şerê taybet bi dehezaran welatî ne tenê li Mexmûrê li Ewropayê jî bûne penaber. Ev kesên ku ji welatê xwe hatine dûrxistin û mexdûrkirin dixwazin vegerin welatê xwe. Welatiyên ku ji ber ev şerê taybet sirgûn bûne dixwazin dîsa vegerin welatê xwe. Ne tenê dixwazin vegerin welatê xwe, dixwazin ku tevli xebatên siyasî, civakî, aborî û hemû beşên civakê bibin. Ji bo vê yekê divê pêşiya wan bê vekirin. Divê di vî alî de jî gav bên avêtin.
Helwesta Ewropayê nîşan dide
Çakir destnîşan kir ku saziyên rêxistinî yên li Ewropayê jî amadehiya konferansê dikin û wiha berdewam kir: “Em kesên ku bi sedemên cuda ji Anatolya û Mezopotamyayê sirgûnî Ewropayê bûne bi salan e li Ewropayê bi rêxistin in û di bin navê sazî, konfederasyon û komeleyan de rêxistiniya xwe xurt dikin. Ev saziyên rêxistinî niha xwe amade dikin ku di 25’ê hezîranê de li Brukselê konferans li dar bixin. Ne tenê konferansê çêbikin divê şopdarê vê xebatê bin. Divê tenê xwe bi deklarasyonan bi sînor neke û bi awayekî çalak tevli pêvajoyê bibe. Konferansa li Ewropayê bi hişmendiya gelo em ji ewropî bi çi awayî dikarin hêz bidin vê pêvajoyê û tevli vê pêvajoyê bibin tevdigerin. Wê ev konfrans helwesta dewletên Ewropayê ya li hemberî vê pêvajoyê çi ye nîşan bide.”
Divê hevdu temam bikin
Çakir da zanîn ku armanca wan ew e ku xebatên her çar konferansan di plansaziyekê di bi hev re bimeşînin û wiha pêde çû: “Armanca me ew e ku ev her çar konfernas bi hev re û bi awayekî koordîneyî bixebitin. Divê di her alî de hevdu temam bikin. Ev yek wê hemû kesî têxe nav xwe. Wê kesên ku li dîasporayê ne jî di nav de wê pêvajoyeke şopandinê destpê bike. Ev jî ne bes e wê pêvajoya mudaxaleyê derkeve holê. Armanca me vê pêvajoyê bi awayekî vekirî bimeşînin.”
Edaleta wekhevî divê
Hevberdevkê YSGP’ê Arîf Alî Cangi jî li ser bendewariyê wan ê jî vê pêvajoyê axivî. Cangi got ku ew wekî partiya keskan girîngiyê didin vê pêvajoyê û ev tişt anî ziman: “Em zanin ku tenê bêdengkirina çekan ev pêvajo nameşe. Divê di serî de aştiya civakî pêk were. Ev jî bi derxistina qanûnên nû, makeqanûnek nû û paqijkirina rê pêkane. Divê makeqanûna veqetînê bê derxistin. Di vê pêvajoyê de em girîngiyê didin adeletê.”
Cangi anî ziman ku ew edaletê bi çar cureyan pênase dikin û wiha pêde çû: “Jixwe em edaletê bi 4 beşan bin av dikin. Yek jê hemû beşên civakê wekhev bijîn. Ev jî girêdayî welatîbûnê ye. Divê têgeha welatîbûn ji serî de bê sererastkirin. Ya duyemîn edaleta tevlibûnê. Ev jî tevlibûna siyasetê ye. Di serî de jin, LGBT, ciwan û hemû aliyên ku derveyî vê pergalê hatine hiştin di nava vê de cih bigirin. Li cihê ku tevlibûna çênebe pêşketin jî çênabe. Heke hemû beş tevli vê beşê bibin em dizanin ku wê pêvajo pêş bikeve. Ya sêyemîn edaleta ekolojiyê. Her ku diçe ekolojî tê texrîbkirin. Divê di makeqanûnê de xalek ku ekolojiyê diparêze teqez hebe. Niha ekolojî bi awayekî vekirî tê texrîbkirin. Ev xaleke jiyanî ye. Ev pirsgirêka hemû kesî ye. Êdî xweza hatiye rewşeke wisa ku nikare xwe biguherîne. Ji ber vê yekê divê teqez xalekî ku ekolojiyê diparêze hebe. Ya çarmenîn jî edeleta aborî. Divê hemû qad ji civakê re bên vekirin û biryara civakê têde hebe. Divê em bendewariyê ji kapîtalîzmê nekin. Wekî perwerdehî, tenduristî, aborî û hwd. Divê hemû kes bê şert û merc wekhev û bêpere ji vê sûd wergirin. Ji ber ku ev mafên xwezayî ne.”
Cangi bi bîr xist ku wextê ku dewlet riya siyasetê paqij bike divê van bê edaletiyê ji holê rake û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di serî de qanûna partiyên siyasî biguherîne û qanûn derhiqûqî ji holê rake. Jixwe aliyê ku niha astengiyê derdixe û divê gava bavêje dewlet û hikûmet bi xwe ye. Divê teqez ev dewlet xwe biguherîne.”
VEDAT KURŞUN/ENQERE
Ji bo misogeriya pêvajoyê