Jinên Reqayî yên ku di nava YPJ’ê de cihê xwe digirin tevlî yekemîn perwerdeya çekên giran bûn û hestên xwe yên tevlîbûna perwerdeyê wiha anîn ziman: „Jinên Ereb her tim rastî êşkenceyê hatine lê a niha dem dema têkoşînê ye.” 

Niha jî bi hezaran jinên Reqayê ji bo tolhildana xwe di hemû waran de perwerdeyê dibin. Jinên Reqayî yên ku di nava YPJ’ê de cihê xwe digirin, di dewreya bi navê Şehîd Bêrîtan de dest bi perwedeya bikaranîna çekên giran kirin. Perwerde dê heta 1’ê Çileyê 2018’an dewam bike. 

Elîf Mazlûm ku beşdarî perwerdeyê bûye, dibêje, “Em wekî jinên Ereb ên Reqayê cara yekemîne tevlî perwerdeya çekên giran dibin, ji bo me ev gaveke pirr girîng e. Ji ber ku jinên Ereb her tim rastî êşkenceyê hatine divê em êdî têbikoşin û tola xwe hilînin. Armanca min ew e ku ez bi çeka xwe welatê xwe biparêzim. Ez bang li hemû jinan dikim ku ew jî tevlî nava refên YPJ’ê bibin û bi rola xwe di şoreşê de rabin.”

Havîn Reqa jî derbarê perwerdeyê de dibêje, “Wekî jinên Ereb bi armanca ku rola jinên Ereb, Kurd û Suryanî di civakê de baş bê dîtin û her jinek xwe ji desthilatdariya malbatê û ya mêr rizgar bike, em tevlî nav refên YPJ’ê bûne. Bi vê armancê ez bang li tevahî jinan dikim ku cihê xwe di hemû warên têkoşînê de bigirin. Ji bo siberojeke azad divê hemû jin cihê xwe di hemû warên têkoşînê de bigirin.” 

 

Weke hêz û moral perwerde 

Şervana YPJ’ê  Evîn Reqa jî dibêje, “Em bi armanca ku mafê jinê û keda wê li cihanê bê parastin vê têkoşînê dimeşînin. Divê ev hişmendiya ku jinê weke bindest hesab dike were şikandin û her jinek çek û rextê xwe hilgire da ku ji vê hişmendî û bindestiyê rizgar bibe. Perwerde ji bo me hêz û moral e.” 


 JINNEWS / DÊRA ZORÊ