Pêr êvarê li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Sineyê, Kongreya Navdarên Kurd dest pê kir. Bi dehan kesayetiyên navdar ên Kurd ji bo wê kongreyê hatin vexwendin. Wekî din çav li rê ye ku di kongreyê de rêz li 30 navdarên Kurd were girtin û ew bên xelatkirin. Sê panelên zanistî yên taybet derbarê huner, ziman, wêje, dîrok û ayînê de jî di çarçoveya kongreyê de hatin sazkirin.

Hunermend Mezher Xaliqî jî yek ji wan navdaran e ku bo kongreyê hatiye vexwendin û bi şêweyekê demkî hatiye û dê çend rojan bimîne û piştre jî biçe Ewrûpayê.

 

SINE