
Li rêgeha duriyana Kuruçeşme ya Rezan a Amedê Karmendê tenduristiyê Şevhat Burkuk saet di 23.00-24.00'ê şeva 1'ê Îlonê de dema li gel hevalên xwe derket gerê, qeza derbas kir. Şevhat Burkuk, piştî qeza derbas kir polîs hatin cihê bûyerê û ji ber navê Kurdî neheqî li wê kirin. Şevhat, anî ziman ku polîsan ji ber navê wê yê Kurdî neheqî li wê kirin û îşkenceya derûnî û fîzîkî li wî kirin. Burkuk ji ber rastî neheqî û îşkenceyê hat serî li şaxa ÎHD'ê ya Amedê da. Burkuk ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê wekî Karmendê Tenduristiyê (Hemşire) xizmetê dike bi rêya ÎHD'ê ya Amedê serî li dozgeriya komarê da û alîkariya hiqûqî xwest.
'Ev çi navê eletewş e? Tu terorîst e?'
Burkuk, anî ziman ku ji aliyê polîsan ve rastî neheqiyên giran hat û wiha got: "Helwesta polîs ji ber netehamuliya navê min ê bi Kurdî bû. Burkuk, da zanin ku roja bûyerê polîs dema li nasnameyê nerî tenê navê wî pirsî û wiha axivî: "Dema polîs navê min pirsî min got navê min Şevhat e. Cara duyemîn dîsa navê min pirsî min jî disa bersîv da. Polîs jî li ser vê yekê got 'Ev çi navekî eletewş e? Tu terorîst e? û neheqî li min kir. Dema bin nerazîbûn nîşan da kelepçe xist destê min û xwest min bibe qereqolê. Min qebûl kir ku ez biçim qereqolê, lê min kelepçe îtîraz kir.Li ser vê yekê hemû polîsên li wir êrîşî min kirin. Ez li erdê dirêj kirim û bi pêhnan ketin ser min. 3 ciwanên ku birê ve diçûn xwestin mudaxaleyî polîsan bikin. Ciwanan got hûn nikarin li ber çavê me îşkence bikin û kelepçe bikin.
Li ser berteka ciwanan polîsan dest ji min berdan û êrîşî ciwanan kir. Destê min ji pişt ve kelepçe kirin û ez avêtim pişt maşîneyê. Welatiyên ku dîtin polîs neheqiyê li min dikin xwestin min ji destê polîsan rizgar bikin. Lê polîsan vê carê gaza îsotê bikar anî. Her der tev li hev bû. Dema berî ez j ser xwe biçim min dengê çekan bihîst.
'Pêhn li rûye min xist'
Burkuk, da zanîn ku polîs dema ew bir nexweşxaneyê û pişt re bir qereqolê jî dîsa gotinên pir qirêj û giran ji wî re got û wiha axivî: "Dema ez birim qereqolê jî dîsa îşkence bi min kirin û neheqiyên giran li min kirin. Ez berê birim nexweşxaneyê û pişt re birim qereqolê. Destê min li pişt min kelepçe kirin û ez dam rûniştandin. Polîs çêrên pir qirêj min re got. Min jî heman tişt lê vegerad. Polîsekî hat piyê xwe danî ser çonga min û pêhn di rûyemê min de lêxist. Pişt re gaz avêtin ser rûyê min. Heta roja dotir jî deng nehat min. Heta ez serbest hatim berdan tu pêdiviyên min pêk neanîn û ez her tim rastî neheqiyê hatim. "
METÎN ÎNAN / DÎHA /AMED