Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo nekeve betlaneyê civiya. Di civînê de bi dengê piraniya parlamenteran 15 roj karê dema yekem ya parlamentoyê hat dirêjkirin û betlaneya parlamentoyê hat paşxistin. Serokê Koma Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) Karwan Faruq li ser mijarê daxuyanî da û got; ”Ji bo guftûgo li ser projeyên yasayî yên ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê bikin, me dixwest mehekê dema karê parlamentoyê were dirêjkirin. Lê serokê parlamentoyê derfet neda me. Hejmarek projeyên yasayî yên girîng hatine pêşkêşkirin. Bi taybet bi riya koma Nifşê Nû, Komel û Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê. Lê mixabin, heta niha tenê projeyek ketiye dengdanê. Ew jî ya sererastkirina yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê bû, ya bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên hizban bû.”
HEWLÊR