Di daxuyaniya ji aliyê Komîteya ji bo Nivîskarên di Girtîgehan de hat dayîn de hat diyarkirin ku ev şeş sal in ku Nêrgizê hatiye birîn û ew ji rewşa tenduristiya wê bi fikar in. PEN’ê ji Îranê xwest ku di demek zû de Mihemediyê serbest berde û diyar kir ku divê Nêrgiz Mihemedî bikare di girtîgehê de mafê xwe yê dermankirinê bi kar bîne.
PEN’ê destnîşan kir ku Mihemedî di girtîgehê de gelek kîlo kêm kiriye û got ku herî dawî li ser kûrsiya bi tekelek hevdîtin bi malbata xwe re pêk aniye. Mihemedî di 21’ê Nîsana 2012 de ji malê hat girtin û şandin girtîgehê û bi hinceta “binpêkirina ewlekariya neteweyî” 6 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Alîkara Serokê Navenda Mafê Mirovan a Îranê Nêrgiz Mihemedî, hevala nêzîk a xebatê ya wergira xelata Nobelê Şîrîn Ebadiyê ye.
CENEVRE