BASIL REŞÎD / ANHA/HESEKÊ
Amadekariyên Newroza 2019´an bi hemû leza xwe dewam dike.Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê, bi nêzikbûna Newrozê re perwerdeyên xwe zêdetir kirin.
Endama rêveberiya Tevgera Çand û Huner Sûmeya Mihemed li ser wateya Newrozê peyivî û got, “Em Newroza 2019`an li girtiyên di zindanên dewleta Tirk de û têkoşer Leyla Guven ku ji bo şikandina tecrîda li dijî Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, pîroz dikin.”
Hemû kom amade ne
Sûmeya li ser amadekariyên Komên çand û hûner ên ji bo Newroza îsal jî got, “Ev 2 meh in ku hemû komên me ji bo pêşwazîkirina Newrozê perwerde dibin, mîna Koma Şehîd Welat, Koma Şehîd Tolhildan û koma şanoyê bi navê Koma Şehîd Merwan. Koma stranan jî ji 9 endamên keç û xort, hemû stranên wan ên neteweyî ne û di nav de stranên taybet ên cejna Newrozê û gelêrî jî hene.
Newroza azadiya Ocalan
Di dawiya axaftina xwe de endama rêveberiya Tevgera Çand û Huner a bajarê Serêkaniyê Sûmeya Mihemed diyar kir ku armanca wan ji Newroza 2019`an, rizgarkirina bajarê Efrînê ji dagirkeran e û Newroza azadiya Ocalan û hemû girtiyên zindanên dewleta Tirk e.