Li bajarê Hanau yê Elmanyayê ji bo ciwanên di êrişa nijdaperest de jiyana xwe ji dest dan wê şaredarî qebreke abîde çêke.
19ʼê Sibatê bi êrişên li pey hev ên li du navnîşanan 9 ciwanan jiyana xwe ji dest dabû û 6 kes jî birîndar bibûn. Yek ji kesên jiyana xwe ji dest dabû Ferhat Unvar (23) pêr li goristana Hanau bi beşdariya hezaran kesî hat veşartin. Hamza Kurtovic (20) û Said Nesar El Hashemi (22) jî wê li cem Ferhat bêne veşartin.
Şaredarê Hanau Claus kaminsky gotina xelatgirê Xelata Aştiyê ya Nobelê tixtor û teolog Alber Schweitzer a weke “Abîdeya herî bedew a mirovekî ew e, di dilê mirovan de cihê xwe çêke” bi bîr xist û got, “Ez yeqîn dikim ku Ferhat Unvar jî di dilê me hemûyan de abîdeya xwe danî.”
Şaredar da zanîn ku ew gelekî xemgînin û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane neyên jibîrkirin wê qebreke abîde li nava goristanê çêkin û wê vê yekê jî tevî malbatan bikin.
HANAU