
Pêr li Peymangeha Komputerê ya bajarê Kerkûkê, bi boneya Roja Cil û Bergên Neteweyî yên Kurdî festîvalek hat lidarxistin. Di festîvalê de çend beşên çand û hunerî hatin pêşkêşkirin.
Festîval bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre çend çalakiyên hunerî hatin pêşkêşkirin.
Her wiha endamê komîteya amadekar a festîvalê Hewar Mihemed li ser festîvalê axivî û got: “Îro bi boneya Roja Cil û Bergên Neteweyî yên Kurdî, me weke Peymangeha Komputerê ya bajarê Kerkûkê festîvalek hunerî ya wiha li dar xist. Di festîvalê de me çend berhemên dîrokî yên jiyana pêşiyên xwe pêşkêş kirin. Me biryar da ku salane li Kerkûkê û Herêma Kurdistanê li dar xistina vê festîvalê dewam bikin. Ev jî bi armanca danasîna çanda Kurdî bi neslê îro yên bajarê Kerkûkê û Herêma Kurdistanê.”
Di festîvalê de xelatên rêzdariyê ya lehengiyê pêşkêşê hêzên pêşmergeyan hat kirin ku di parastina Kerkûk û tevahî neteweyên Kerkûkê de xwedî rol bûne.
KERKÛK