Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku hêzên dewletê yên ku nikarin li Nisêbînê berxwedana gel bi tank û topan bişkîne, bi bombekirina ji balafirên şer dixwazin, Nisêbînê bi gelê wê re tine bikin.
‘Bêdengî qebûlkirina faşîzmê ye’
KONGRA-GEL weke sedema esasî ya ku dewleta faşîst van qetlîamên komî dimeşîne jî îşaret bi bêdengiya raya giştî kir û weha bang kir: “Divê her kes vê baş bizane, hêza herî esasî ya wê faşîzma Erdogan rawestîne, têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ye ku gelê Kurdistanê pêşengiya wê dike. Û ev têkoşîn, ne tenê ji bo gelê Kurd tê meşandin. Ev têkoşîneke ji bo tevahî mirovahiyê ye. Ji ber vê jî bêdengî bi ti awayî nayê qebûlkirin. Bêdengî, qebûlkirina faşîzmê ye.”
‘Bi berxwedanê re xwe bikinyek!’
Di daxuyaniyê de hate xwestin ku ji bo têkoşîna bi heybet a gelê Nisêbînê her kes rabe serhildanê: “Ji bo hêzdayina berxwedêrên li dijî faşîzmê têdikoşin, ji bo bûyina deng û hevrêyê wan, di serî de gelê me yê welatparêz, em bang li her kesî dikin ku xwedî li berxwedana gelê Nisêbînê derkevin.”
Di daxuyaniyê de bang li gelên Tirkiyeyê jî hat kirin ku li dijî faşîzma AK û Erdogan li berxwe bide û wê protesto bike, û di serî de Yekîtiya Ewrûpayê bang li civaka navneteweyî hat kirin, ji bo gelê Nisêbînê bikeve nav liv û tevgerê û pêşiyê li komkujiya sivîlan bigire.
NAVENDA NÛÇEYAN