Meclîsa PJAK’ê di destpêka nameya vekirî ya ji bo Serokê Amerîka Barack Obama de, balê dikşîne ser komkujiya li Roboskiyê û dibêje: "Di encama êrîşên balafirên artêşa Tirk de, di 28’ê Kanûna 2011 de, li gundê Roboskiyê 34 gundiyên Kurd hatin kuştin. Vê nûçeya dilêş rûpeleke din a reş û tarî li dîroka komkujiyên li dijî gelê Kurd zêde kir, û herwiha bû sedema hêrs û nerazîbûneke mezin di nava hemû gelê Kurd de, li hemû beşên Kurdistanê. Ti wijdanekî hişyar di asta cîhanê de nikare li himberî vê hovîtiyê bêdeng bimîne û nexwedî hêrs û kîn be."
PJAK’ê di berdewama nameya xwe ya vekirî de hê bêtir siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li himberî gelê Kurd ronî dike û wiha divîse: “Rejîma Tirkiyeyê bi salan e ku li herêmê wek hevpeymanê serekî yê Amerîkayê, rola qirkirin û têkbirina gelê Kurd hildaye ser milê xwe. Di encama vê siyaseta xwe de Tirkiye li dijî gelê Kurd bi dehan komkujî û reşkujî pêk anîne.“

'Tirkiye hêzê ji DYA'yê digire'

Di derbarê piştgiriya Amerîka ya bo Tirkiyeyê de jî, meclîsa PJAK’ê wiha dibêje; “Êdî ji bo gelê Kurd baş zelal bûye ku piştî demokratxwaz li Amerîkayê hatin ser desthilatiyê di polîtîkayên xwe yên li Rojhilata Navîn de bi hemû hêza xwe piştgiriya Tirkiyeyê dikin, û di vî warî de rola guhertinê dane wê. Dîsa ji aliyê her kesî ve baş tê zanîn ku Tirkiye di şerê xwe yê li dijî gelê Kurd de hemû çek û îstixbarata xwe ji Nato û Emerîkayê digire” û ev pirs pirsî:
l Bêguman mafê gelê me heye bipirse; ji bo çi û bi çi mebestê ev alîkarî ji bo Tirkiyeyê tê dayîn?
l Di çarçoveya kîjan pîvan û bi destxistina kîjan berjewendiyên Emerîkayê de, di vê astê de, di dijminayetiya gelê Kurd de heye?”
Meclîsa PJAK’ê di nameya xwe de helwesta Karbidestên Emerîka ya piştî Komkujiya gundê Roboskiyê wiha dinivîse: " Gelo Amerîka ji bo ku Tirkiye li Rojhilata Navîn li dijî îslama Radîkal û dewletên Îslamî bi kar bîne vê piştgiriyê dide Tirkiyeyê? Lê ev tiştê ku heta niha li herêmê pêk tê, ne tenê têkçûna vê projeyê, herwiha êdî aşkere bûye ku vê projeyê rê li pêşiya radîkalîzma îslamî ya herêmê vekiriye. Rasterast an jî nerasterast ev polîtîka bûye sedema xurtbûna terorîzm û nearamiya herêmê."


 NAVENDA NÛÇEYAN