
Kurdistaniyên li Swêd, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya û Hollandayê dijîn, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran meşiyan û mîtîng li dar xistin.
BASEL: Li stasyona trenê ya bajarê Basel ê Swîsreyê, komek li hev civiya, dirûşm qîriya û bi pankartên xwe bal kişand ser rewşa Ocalan. Di çalakiyê de li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin.
BERN: Li paytexta Swîsre Bernê, bi dehan kes li ber stasyona trenê li hev civiyan û mîtîngek pêk anîn. Hevberdevkê HDK-Ewropayê Demîr Çelîk û bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) axaftin hate kirin. Qisekeran gotin, heta ku agahiyê li ser rewşa Ocalan bigirin, wê çalakiyên xwe bidomînin. Her wiha dagirkirina Kerkûkê jî hate şermezarkirin.
LOZAN: Çalakiya li ber stasyona trenê ya li bajarê Lozanê jî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û rizgarkirina Reqayê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de posterên Ocalan hate hildan û li ser rewşa Ocalan pankart hatin vekirin.
LEFKOŞA: Li paytexta Qibris Lefkoşayê, bi dehan Kurd li ber Nûnertiya Qibrisê ya Parlamenta Ewropayê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Azadî ji Ocalan re”, “Bijî Kurdistan” meşiyan. Piştre daxuyaniyek hate dayin û hat gotin, “Heta ku bi Rêberê me re hevdîtin were kirin, em ê li qadan bin.” Girseya gel piştre li ber avahiya nûnertiya Parlamenta Ewropayê kon veda û dest bi çalakiya rûniştinê kir.
ESSEN: Kurdistaniyên li bajarê Essen ê Elmanyayê dijîn, di roja sêyemîn a çalakiyê de li ber HBF’ê il hev civiyan. Li vê derê mîtîng hate kirin, belavok hatin belavkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Roja Înê jî wê saet di 16:00 de mîtîngeke mezin li Essenê pêk were.
HAMBÛRG: Bi heman armancê, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, Kurdistanî li Mockebergê li hev civiyan. Parlamentera berê ya BDP’ê Sevahîr Bayindir li vir axivî û destnîşan kir, ku heta agahî ji Ocalan bê girtin, wê gel li ser piyan be. Aktîvîsta mafên mirovan û nivîskara Elman Anja Flach jî got, “Gerîlayên ku îro Reqa rizgar kirin, wê sibe tevahiya axa Kurdistanê ji dagirkeriyê rizgar bikin. Bila kes ji vê gumanan neke.”
DÛÎSBÛRG: Li bajarê Dûîsbûrgê, bi konvoyeke ji wesayitan çalakî hate lidarxistin. Piştre li ber stasyona trenê ya navendî saet di navbera 17:00-20:00 de kon hate vedan û mîtîng hate lidarxistin.
PFORZHEÎM: Çalakiya li bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê jî pêr saet di 17:00 de dest pê kir û bi qasî 300 Kurdistanî heta saet 19:00 meşiyan. Di meşê de dirûşma “Terorîst Erdogan” hate qîrîn.
MUNCHEN: Kurdistaniyên li bajarê Munchen ê Elmanyayê dijîn, ji êvara Duşemê û vir ve li ser piyan e. Di vê çarçoveyê de duh li ber avahiya navenda giştî ya partiya li Bavyerayê desthilatdar e CSU li hev civiyan. Mîtînga Kurdistaniyan bi qasî 3 saetan dewam kir.
SAARBRUCKEN: Çalakiyên li bajarê Saarbruckenê di roja sêyemîn de ne. Bi navê NCDK’ê hevserok Orûç Dapar li vir axivî û bang li Kurdistaniyan kir, ku li dora Ocalan bicivin.
FREÎBÛRG: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê dijîn, piştî çalakiya rûniştinê ya pêr, duh jî meşek li dar xistin. Bi sedan kesên li meydana Alte Synagoge li hev civiyan, heta navenda bajêr meşiyan û ji bo balê bikişînin ser rewşa Ocalan bi sedan belavok belav kirin.
STUTTGART: Çalakiya nobetê ya ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd pêr bi meşekê berdewam kir. Girsiya gel a ji Schlossplatzê dest bi meşê kir li navenda bajêr dom kir. Meş li Meydana Kobanê bi encam bû. Li vir peyamên domandina çalakiyên ji bo Ocalan hatin dayin.
FRANKFRUT: Kurdistaniyên li Frankfurt, Hanau û Offenbachê dijîn ji bo Ocalan di çalakiyê de bûn. Girseya ku li ber stasyona trênê ya Frankfurtê kom bûn saet 18:00’an dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu“ û posterên Ocalan hatin hilgitin. Di çalakiyê de hate destnîşan kirin ku heta agahî ji Ocalan bê girtin wê çalakiyên wan berdewam bikin.
DEN HAAG: Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, li ber avahiya Parlamenta Hollandayê çalakî hate lidarxistin. Bi dehan Kurdistaniyên tevlî çalakiyê bûn, nûçeyên profokatîf ên li ser rewşa Ocalan di çapemeniya Tirkiyeyê de hatin weşandin şermezar kir û xwestin, tavilê agahî ji Ocalan bê girtin.
LÎVERPOOL: Kurdên li herêma North West a li bakurê Îngilîstanê dijîn, li Lîverpoolê meşek li dar xistin. Zêdeyî sed kes tevlî meşê bûn, posterên Ocalan hatin hildan û belavok hatin belavkirin.
VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi banga NCDK’ê gelek kes li ber avahiya Parlamenta Awûstûryayê li hev civiyan û posterên Ocalan vekirin. Çalakgeran destnîşan kirin, ku heta agahî ji Ocalan bê girtin, wê çalakiyên xwe bidomînin. Her wiha diyar kirin, ku wê xiyaneta partiyên Başûrê Kurdistanê li Kerkûkê kirin ji bîr nekin û bi bîr xistin, ku rêya rizgariyê yekîtî ye.
GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, ji bo agahî li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan bê girtin, li navenda bajêr çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin. Kurdistaniyan her wiha rizgarikirina Reqayê silav kirin.
STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdistaniyên li meydana Mynttorgetê li hev civiyan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke bê destûr li dar xistin. Çalakgerên ku pankarta bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re, statu ji gelê Kurd re” vekirin, di ber Wezareta Karên Derve ya Swêdê re derbas bûn, piştre rê li trafîkê girtin û ji kolana Drottnîngsgatanê heta navenda bajêr meşiyan.
ÛPPSALA: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Ûppsala yê Swêdê dijîn, bi heman armancê xwepêşandanek li meydana Storatorgetê li dar xistin. Di xwepêşandanê de hikumeta AKP’ê û dewleta Tirk hatin şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
KNK: Em azadiya Ocalan misoger bikin
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê bi bîr xist, ku Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e û destnîşan kir, ku divê tavilê parêzer û malbat biçin Îmraliyê. KNK’ê got, “Êdî dema azadiya Ocalan hatiye” û banga xurtkirina çalakiyên demokratîk kir. KNK’ê bi bîr xist, ku piştî nûçeyên bi çavkaniya ne diyar li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan di medya Tirk de hatin weşandin, gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat rabûn ser piyan wiha pê de çû: “Dewlet û desthilatdariya AKP’ê hê bêdeng in. Di heman demê de, hêzên global, sazî û dezgehên pêwendîdar ên navneteweyî jî bê deng in. Gelê Kurd, ji tenduristî û ewlekariya Birêz Ocalan, desthilatdariya AKP’ê berpirsiyar dibîne. Wê hesab jî bipirse.”
Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî qediya: “Êdî dema azadkirina Birêz Ocalan hatiye. Divê em bi daxwazên xwe, bi çalakiyên xwe yên demokratîk azadiya Birêz Ocalan misoger bikin.
Divê di serî de CPT, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa, Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û hêzên global, li hemberî gelê Kurd binbarî û berpirsiyariya xwe bînin cih.”
BRUKSEL
Li her derê çalakî

NAV-DEM û YJK-E’yê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Elmanyayê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemû pêkhateyên NAV-DEM’ê (F-CÎK, FEDA, NAV-YÊK, PYD, HDK) wê ji bo tendirustî û ewlehiya Rêbertiyê di nav çalakiyan de bin. Di daxuyaniyê hate diayrkirin ku CPT di serî de divê hemû saziyên navneteweyî divê di vî warî de berpirsiyariya xwe bi cih bînin.Bernama çalakiyan wisa ye:
19’Ê COTMEHÊ
Heîlbronn, Saet 14.00, Kîllîanplatz
Bensheîm, Saet:17.00, Marktplatz
Mannheîm, Saet:18.00, pêşiya HBF’ê
Dusseldorf, Monchgenbladbach, Wûppertal, Grevenbroîchê wê partiyên siyasî werin ziyaretkirin û dosye werin pêşkêşkirin.
Hannover wê dosye pêşkêşî navendên çapemeniyê werin kirin
20’Ê COTMEHÊ
Munchen, Saet:15.00’an li pêşiya Konsolosxaneya Tirk
Koln, Saat:11:00, li pêşiya Konsolosxaneya Tirk
Dusseldorf, Saat:11:00, li pêşiya Konsolosxaneya Tirk
Braûnschweîng, Saet: 17.00 li pêşiya HBF’ê
Heîlbronn, Saet:14:30 li pêşiya HBF’ê
Frankfûrt, Saet: 15:00 li pêşiya Konsolosxaneya Tirk
21’Ê COTMEHÊ
Mannheîmê, Saet:14.00 Abendakdemîe
Stûttgart, Saet: 17.00 li HBF’ê
Karslrûhe, Saet:15.00 li Postgalarîeyê
Heîlbronn, Saet:14.30 li pêşiya HBF’ê meş
Celle, Saet:13:00 li pêşiya avahiya şaredariyê
Frankfûrt, Saet:15.00 Alte Oper
Gîessen, Saet:15.00
Maînz, Saet:14:00 li pêşiya HBF’ê
Sîegen, Saet: 17.00 Sîegerlandallee
Lîmbûrg, Saet:15:30 li pêşiya HBF’ê
Dusseldorf, Saet:13:00 li pêşiya HBF’ê
Li Hewlêr, Derbendîxan û Zaxo çalakî

Bi armanca şermezarkirina tecrîd û agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin, li bajarokê Derbendîxan ê Silêmaniyê çalakiyek hate lidarxistin. Li Zexo û Hewlêr jî bi heman armancê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.
Doh li ber Parka Şanedar a bajarê Hewlêr ji bo şermezarkirina tecrîd, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin. Hêzên asayişa Hewlêr destwerdanê çalakiyê kirin û girseya gel ji cihê daxuyaniya çapemeniyê dûrxistin. Lê girseyê tevî mudaxeleyê jî daxuyanî dan, daxwaza azadiya Ocalan kirin û her wiha piştgiriya xwe ya ji bo welatiyên bajarê Kerkûkê anîn ziman.
Bi heman armancê li bajarokê Derbendîxan ê girêdayî Silêmaniyê jî meşek hate lidarxistin. Girseya ku ji ber Geracê Hûrênewe meşiyan heta ber Qeymeqamtiya bajarok çûn û li vir daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Tevgera Azadî ve çalakiyek hate lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Kamûran Berwarî di çalakiyê de axivî, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ev pêvajo bi komploya navneteweyî ve girêdayî ye.
Çalakiya ku têde Kurdisaniyan jî mafê axaftinê girtin li Parka Dihok a Bahdînan hate lidarxistin.
HEWLÊR/ZAXO